Pêdiviya îqtîsadê herî zêde ji ewlehî û îstîqrarê re heye

Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz diyar kir pêdiviya îqtîsadê herî zêde ji ewlehî û îstîqrarê re heye.

Arîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Cevdet Yilmaz ji bo avêtina temela febrîqaya dermanan a li Sanayiya Organîzê ya Çewlîgê çû Çewlîgê û di merasîmê de axavtinek kir. Yilmaz di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir di bergeha Bernameya Navendên Cazîbê de ji bo Rojhilat û Başûrê Rojhilat 100 milyar teklif tê dayîn.

Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir Tirkiyê pêşve diçe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Rêjeya pêşveçûnê hat eşkerekirin. Digel êrîşên li hundir û derve  û digel teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya bi xaînî Tirkiye ji sedî 2,9 mezin bû. Pêdiviya îqtîsadê herî zêde ji ewlehî û îstîqrarê re heye.”

ÎLKHA







İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin