“Pêdiviya meclîsê bi muxalefeta Îslamî heye”

HUDA PARê ji bona hilbijartinên parlementoyê yên wê di 7ê Hezîranê de bên hildan, li Diyarbekirê bernameya nasandina namzetan li dar xist. Alîkarê serokê giştî HuseyînYilmaz, di bernameyê de axifî û got, pêdiviya meclîsê bi muxalefeta Îslamî heye.

Alîkarê serokê giştîyê Partiya Doza Azad HUDA PARê Huseyîn Yilmaz, di bernameya nasandina namzetan a partiya xwe ya li Amedê hat lidarxistin de axifî û îfade kir ku pêdiviya meclîsê bi muxalefet û dijberiya  Îslamî heye. 

Serokê giştîyê partiyê Zekeriya Yapicioglu, alîkarên serokê giştî, rêveberên teşkîlatê û dildayên partiyê tevlî bernameya danasîna namzetan bûn. 

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê alîkarê serokê giştî û berpirsiyarê karên hiqûqî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz ve hat kirin.

“Em ê tev bibin şahid ku li meclîsê muxalefeta Îslamî çawa pêktîne”

Yilmaz diyar kir ku ji bona di siyaseta welêt de bêtir aktîf bin, qirar dane ku divê partiya wan li meclîsê bê temsîlkirin û wiha îfade kir: “Me qirar da ku ji bona di siyaseta welêt de bêtir faal bin, di çareser kirina pirsgirêkan de roleke aktîf hildin, dengê mezlûman bilind bikin, divê partiya me li meclîsê bê temsîlkirin. Pêdiviya meclîsê,bi muxalefeta Îslamî heye. Înşaallah bi desteka we jî, ger em namzetên xwe bişînin meclîsê, ew ê liber hemî zulm û neheqiyan, liber dustandardiyan bergiriyeke Îslamî pêk bê û ew ê ev neheqî firsendê nebînin. Rebbê me îznê bide, em ê tev bibin şahid ku li meclîsê kesên referansa wan Îslam e çawa muxalefeta Îslamî pêktînin. Em hêvî dikin ku namzetên me yên azad û hur,ji bo welêt bixêr bin û em tevan pîroz dikin.”

“Jiber benda hilbijartinê, em bi namzetên serbixwe dikevin hilbijartinê”

Yilmaz da zanînku jiber benda hilbijartinê ya ji sedî deh, bi namzetên serbixwe dikevin hilbijartinê û wiha pê de çû: “Melûmê we ye benda hilbijartinê ya ji sedî deh,nahêle ku fikrên cûdayên li welêt li meclîsê bên temsîlkirin. Ev zulma barajê liber edaleta di nûnertîyê de asteng e. Ji bona ku livê astengê nealiqin, me biryar da ku bi namzetên serbixwe têkevin hilbijartinê. Eger Xweda bike qismet ku namzetên me herin meclîsê, ew ê wezîfeke namzetên me, rakirina vê zulma barajê be.”

“Em pirsgêrika Kurd meseleyek  girîng dibînin”

Yilmaz weha got: “Du meseleyên girîng ên ku zihniyeta dewleta ceberût û zorba ewderanîne û divê bilez bên çareserkirin hene. Jê yek rakirina hemî astengên liber jiyana Îslamî ye.Ya din jî adîlane û biratiyane çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji bona ku di her du meseleyan de careke din tu pirsgirêk neqewime, divê her du pirgêrik jî têkevin bin temînata makezagonê. Em wek HUDA PAR mesela Kurd, bi qasî ku wê ji berjewendî û menfîetên îdeolojîkên rêxistinan û menfîetên neteweyî yên dewletan re ne karibe bê qurbankirin, meseleke girîng dibînin. Hikûmet ji adîlane çareserkirina meseleya Kurd zêdetir, hewl dide ku bi bê çekirinê dawî li êrîşên şîddetê yên rêxistinê bîne. Divê ev neyê jibîrkirin ku çareserkirina mijara şîddetê ya rêxistinê, ne çareserkirina pirsgêirka Kurd e.”

“Rêxistinê kiriye armanc ku li Kurdistanê hemî muxalîfên xwe tasfiye bike”

Yilmaz behsa êrîşên 6-8ê Cotmehê kir û wiha îfade kir: “Rêxistin bi derfetên pêvajoya çareseriyê hewla hakimiyeta sehayê dide. Kiriye armanc ku li Kurdistanê hemî muxalîf û dijberên xwe saf kirin û tasfîye bike. Bi fermana serokê rêxistinê Evdullah Ocalan, li gelek bajaran li ber kesên ku ji xwe re dijber di dîtin êrîş pêk anîn. Doznameya der barê bersûcên qatilên ku di 7ê cotmehê de Yasîn Boru û hewalên wî kuştin bûn de hatiye amadekirin. Lê belê divê doznameyê de cîh nedanen avên kesên ku êrîş dane ezmkirin. Divê yên alîgirên xwe bangî protesto yên li kuçeyan kirin di serî de serokê rêxistinê Ocalan, Cemîl Bayik, hevserokê HDPê Selhettîn Demîrtaş, hevseroka bajarê Amedê û yên din ku hedef dane nîşandan, tevlî nav doznameyê bûbûna. Divê wezîfedarên ku wezîfeya xwe ya parastina xelkê pêkneanîne bihatana tesbîtkirin û di heqêwan de miemeleyên zagonî bi hatana destpêkirin.”

“Avakirina aştiya navxweyî, ji armancên me yên pêşîn e”

Yilmaz da zanîn ku di nav armancên wanên pêşîn de bi dawîkirina îxtîlafan, damezirandina aştiyê hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bawer dikin ku gava Kurd aştiya naxweyî ava bikin, ew ê aştî û hizûr û aramî bê Kurdistanê.Yên ku aştiya navxweyî pêk neanîbin, ew ê aştiyên wan ên bi qewmên din re ne daimî bin. Ji ber vê yekê divê li Kurdistanê îxtîlaf, dubendî, pevçûn û şer bidawî bibin. Pêwîste ku kurd kultura jiyana di navhev de ya hêlên siyasî yên cûda bi pêşbixin. Ji armancên me yên pêşîn e ku îxtîlafên di nav kurdan de bi dawîbikin û aştiya navxweyî ava bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar