Pelê rezan ji bo gundîyan bû debara jîyanê

‘Tesîsa Çêkirina Pelên sûravkê’ a ku li navçeya Şêrwana Sêrtê ketîye fealîyetê ji pîrekên gund re bû debara jîyanê.

Pelê rezan ji bo gundîyan bû debara jîyanê

Li navçeya Şêrwana Sêrtê ya ku xeyn ji hilberîna Hinar û Fistiqan hilberîna tirîyê jî tê kirin, pelê rezan a ku hilberîneke muhîm ya çandinîyê ye jî ji bona pîrekên gund bû keda nan.

Pelên tirîyê yên ku di Kooperatîfa Çêkirina Sûravkê de tên komkirin, ji teref pîrekan ve tê sûravkirin û di kooperatîfên Çandinî û pîyaseya nav welat de tê firotan.

“Ji bo kapasîteya ku 150 ton tê hilbirandin bê zêdekirin xebat dest pê kir”

Qeymeqam Emrah Bûtûn di zîyareta kooperatîfê de axivî û weha got, “Bi tevê çêkirina kooperatîfa pîrekan, li herêmê çeşîdên çandinîyê zêde bû. Pelên rezan li ev derê ji teref pîrekên me bi tezetî tên sûravkirin û ji herêmên cuda re ji bona firotanê tênê şîyandin. Ji bo kapasîteya ku 150 ton tê hilbirandin bê zêdekirin xebatên ku hewcene dest pê kir. Em difikirin ku ev tiştê zêdetir bikin.”

Xebatkara kooperatîfî Neslîhan Îrdem jî derheqê bûyerê de axavtinek kir û weha got, “Ez li gundê Mawîtê dijîm, sûravka ku me berê jî çêdikir bi tevî çêkirina kooperatîfê zêdetir kir û pêşve bir. Ev mehsûlên ku em çêdikin ji bajarên cîran re tê şîyandin. Ji marketên zîncîr re tên firotan. Em dixwazin ku xwe pêş ve bibin û ev mehsûlên xwe ji derveyê welat re jî bişînin. Di tesîsê de 10 pîrek dixebitin. Em wek pîrekan ji bona ku xêra me ji mala me re dighêje gelek kêfxweş in.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di êrîşa rejima sîyonîst de 8 jê zarok herî kêm 14 şehîd
Skandala tiryakê ya hilberînên Harîboyê mezin dibe
Li Behra Egeyê di mezinahîya 4,6an de erdhej
Li Hindistanê îzdîham: 11 kes mirin, 50 kes birîndar bûn
Ji ÎTTÎHADUL ULEMAyê peyama Cejna Qurbanê