Pergala nû ya îmtîhanê: Dê bicîkirin li gor navnîşanê û îmtîhan jî li gor daxwazê bê kirin

Hûrgiliyên pergala nû ya îmtîhanê diyar bûn. Wezîrê Perwerdehiyê Îsmet Yilmaz hûrgiliyên pergala nû ya îmtîhanê daxuyand.

Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Îsmet Yilmaz derheqê pergala nû ya perwerdehiyê de daxuyanî da. Li gor daxuyaniya Îsmet Yilmaz digel pergala bicîkirina mehellî ya bê îmtîhan a nû  ew ê xwendevan karibin ji 5 mektebên li nêzî mala xwe yekî bihilbijêrin. Xwendevanên ku bixwazin li mektebên bi wesf û baş bixwînin ew ê têkevin îmtîhana navendî ya “li gor daxwazê.”

Wezîr Yilmaz her wisa diyar kir îmtîhana navendî dê 90 deqîqe be û dê di îmtîhanê de tev de 60 pirs bên pirsîn û dû re wiha got: “Ew ê îmtîhan ji du beşên bi navê Sozel û Sayisal pêk bê û dê di dawiya heftiyê ewil a meha hezîranê de bê kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin