“Perwerdehiya têkel ne li gor orf û adeta me ye”

Perwerdekaran diyar kirin gelek zêde zirarên perwerdehiya têkel hene ûdivê pêvejoya perwerdehiyê li gor bingeha exlaqî ya zarokan bê meşandin.

Serokê Cemiyeta Perwerdekaran ê Êlihê Kenan Çaplikê di daxuyaniya ku belav kir de derheqê perwerdehiya têkel ango qîz  û law û tevlîhev de nirxandinan kir.

“Perwerdehiya têkel ne li gor orf û adeta me ye”

Çaplik di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji pengavên herî girîng a perwerdehiya îdeolojîk yek jî perwerdehiya têkel e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin di roja me ya îro de jî hêj perwerdehiya tevlîhev ango têkel tê ferzkirin. Ne zêde be mixabin em hêj dibîin ku di hinek mektebên îmam xatîban de perwerdehiya têkel tê ferzkirin ku ev yek jî me xemgîn dike. Em dizanin ku tu feydeya vê yekê l ime tuneye. Di vê çarçovê de em dixwazin vê yekê ji rayedaran re bibêjin: perwerdehiya têkel ne li gor orf û adeta me ye, divê dev ji vê bê berdan. Ew ê terkkirina vê him ji bo dahatû û zarokên me û him jî ew ê ji bo nirxên me yên Îslamî çêtir bibe.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin