Pêşangeha Ji Bo Jenosîda Helebçê

Bi munasebeta salvegera 25an ya jenosîda Helebçê, klûba ciwantiyê ya Bîlgeyê, li zanîngeha Dîcleyê pêşangeheke resmên kîmyabarana Helebçê vekir.

Bi munasebeta salvegera 25an ya jenosîda Helebçê, klûba ciwantiyê ya Bîlgeyê, li zanîngeha Dîcleyê pêşangeheke resmên kîmyabarana Helebçê vekir. Pêşangeh li ber fakulteya perwerdehiyê ya Ziya Gokalpê hat vekirin.

Serekê klûba Bîlgeyê Îlyas Kaya, der heqê aktîvîteyê de ji ajansa xeberan ya Îlkeyê re wiha xeber da “Em xwendekarên zanîngehê, bi amanca li ber zulmê bêdeng nemînin, me vê çalakî û fealiyet li dar xist. Jenosîd û kîmyabarana Helebçê, ji bo însaniyetê rûreşiyek e.”

Hat gotin ku îro jî li ber fakulteya îlahiyetê, pêşangeh hatiye vekirin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin