Pêşbirkan Hafizeyan

Diyanetê Li Stenbolê Ji Bo Hafizeyên Quranê Pêşbirk Li Dar Xist

Di navbera qîzên xwendekarên Quranê yên hafiz de, li Stenbolê pêşbirk hat li dar xistin. Pêşbirk ji alî Diyanetê ve hat rast kirin. Di pêşbirkê de, ji Stenbolê qîza hafîze Kubra Atabay, di derencê de bû yekemê Tirkiyê. Hafizeyên ku derence bi dest xistin, xelatên wan ji teref serekê tahsila dînê yê Diyanetê Belgîn Aydin ve hat dayîn.

7 qîzên xwendekarên Quranê yên ku li herêmê xwe bûbûn yekem, tevlî pêşbirkê bûn. Ji wan re ji sê devera xwendin hat xwestin. Di pêşbirkê de ji Stenbolê hafîze Kubra Atabay derenca ewil bidest xist. Xalîse Aydemîr ya dudan û Ayşe Nûr Încecî jî ya sisiyan bidest xist.

Hafîze Kubra wiha diyar kir “Ez ji neh saliya xwe ve, Quranê dixwînim. Min salekê tahsîla Quranê dît. Pey re di 13 mehan de min hafiztiya xwe qedand.”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin