Pêşmerge derbasî çiyayê Şingalê bûn

Pêşmerge derbasî çiyayê Şingalê bûn

Fermandeyekî hêzên Pêşmerge ragihand, hêzên Pêşmerge Geliyê Kesê li bintara çiyayê Şingalê ji destê DAIŞê derxistine. Berpirsê PDKê li Şingalê jî got, ziyaretgeha Şêx Şerefedîn nehatiye teqandin.

Fermandeyekî hêzên Pêşmerge li eniya şer li Şingalê ji Rûdawê re got, hêzên Pêşmerge karîn îşev Geliyê Kesê ji destê DAIŞê derxin û da zanîn, pêşmerge derbasî çiyayê Şingalê bûn û ber bi bajarokê Şingalê ve jî diherikin.

Ji aliyekî din, berpirsê PDKê li Şingalê Serbest Babîrî jî ji Rûdawê re got, mezarê Şêx Şerefedîn nehatiye teqandin û got, av û xwarin ji wan kesên ku xwe avêtine ber bextê Şêx Şerefedîn re hatiye dabînkirin.

Peyamnêrê Rûdawê jî ragihand, av û xwarin negihîştiye destê gellek ji awareyan.

Rûdaw

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin