Pêşniyara Qanûnê a Di Derbarê Alkolê De Hat Qebûl Kirin

Pêşniyara AKPê a ku firotina alkolê sererast dike, li Komisyona Bingehî a Butçe û Planê a Meclîsê pey hinek guherandinan hat qebûl kirin.

Pêşniyara AKPê a ku firotina alkolê sererast dike, li Komisyona Bingehî a Butçe û Planê a Meclîsê pey hinek guherandinan hat qebûl kirin.

Li gor guherînên di pêşniyarê de hatin kirin, şifêrên ku ji promîlekî zêdetir alkol vexwaribin dê digel cezayê 700 lîrayî heya du salan cezayê hepsê jî bistînin.

Di nav pênc salan de kesên ku du cara pey vexwarina alkolê wasîte ajotibin dê 877 lîra cezayê pera bistînin û heya du sala wê dest bê dayîn ser ehliyeta wan.

Kesên ku sê cara bi alkol hatibin zeft kirin jî dê Hezar û 407 lîra cezayê perê bistînin û pênc sala jî dest bê dayîn ser ehliyeta wan.

Kesên ku tiryakê vexwaribin û derketibin trafîkê jî wê pênc sala dest bê dayîn ser ehliyeta wan û sê hezar û 600 lîra jî cezayê pera bistînin.

Cezayê kesên ku bê ehliyet wasîte dajon jî wê bê deranîn hezar û 600 lîrayî.

Digel vê, komîsyona bingehî, hinek maddeyên pêşniyarê a di derbarê firotina alkolê de sivik kir.

Ji bo ciyên ku alkol tê de tên firotin şertê ku sed metre dûrî mekteb, dersxane û ‘îbadetxaneyan bin hat danîn. Lê ev şert dê ji bo ciyên berî niha hatine vekirin neyê bikaranîn.

Tabelayên ku li serê reklama alkolê hene dê di nav salekî de bên guhertin.

Ji bo ku li ser şûşên alkolê  “ Ji bo sihhet û tenduristiyê bi zerar e” bê nivîsandin dê 12 meh dem bê dayîn îmaletvanan.”

Gelemperî, ji ber tezyîqatên hinekan paşgav avêtina Akpê a di derbarê yasaxa alkolê de nerehete.  BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar