Wezîrê Malîyeyê yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Mihemed îfade kir ji petrola ku bi ser Tirkiyeyê re îxracî bazara dinyayê dikin, 170 milyon dolar qezenc kirine.
Mihemed diyar kir ku bi ser Tirkiyeyê re îxrackirina neftê dewam dike û wiha got: "Em vî pereyî pêşiyê diavêjin Halkbankê. Paşê jî li gor prensîbên navneteweyî dişînin Bankeya Navneteweyî ya Kurdistanê ya li Hewlêrê."
Mihemed wiha dewam kir:
"Ji ber qirîza petrolê, ev 8 meh e ku Beğda para Kurdistanê ya ji budçeyê nade. Beğdayê tenê ji bo 2 mehan meaşê karmendan şand. Ji ber vê jî em ji şirket û gelê xwe re deyndar in. Ji hêla din ve ji ber pevçûnan ji milyonekî zêdetir penaber hatin. Ev jî ji bo me bar e. Divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide me."
Li aliyê din hat gotin ku Îran jî dixwaze petrola herêmê bi wasîteya rêhesin neqlî lîmana Îmam Xumeynî bike û ji wir jî bazarî dinyayê bike. Teklîfa Îranê ji teref serokê Rêhesina Başûr a Îranê Ebdulkerîm Dervîşzade ve hat diyarkirin.
Çınarın Sesi