Arinç piştî komcivîna Wezîran daxuyanî da û bersiva pirsên rojnamevanan ên der barê rojevê de da.
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç weha got "Heta niha çiqas astengî ji Pêvajoya Çareseriyê re hatibin derxistin, di serê wan kesên ku ji van astengiyan berpirsyar in de Selahattîn Demirtaş tê. Tu niyeda min tune ku ez êdî ji niha pê ve vê navê bibêjim an jî li ser wî xeber bidim. Li Stenbolê tê axaftin, her kes bi awayekî gelek memnûn daxuyaniyan dide, li rûyê Demirtaş ê piştî saetek din binêrin, birûyên wî ketine hev, bi telaş û nefred e. Mirovên ku di Pêvajoya Çareseriyê de bi niyedên baş hewl didin bi fehmbarî biryarên rasyonel dan."
Arinç li ser pirsa "Piştî banga çekdanînê ya ji bo PKKyê Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş daxuyaniyên wekî 'kirinên hikûmetê hêviyê nade mirov, ji bo ku mirov bikare bibêje muzakereyê tam dest pê kiriye divê ev 10 made bên nîqaşkirin' da. Hûn van daxuyaniyan çawa dibînin? Hûn daxuyaniyên Demirtaş ên der barê we de û tweeta Parlementera HDPyê Pervîn Bûldanê ya wekî 'Ji Bulent Arinç re silav' çawa dinirxînin? Tê gotin ku 'Pakêta Ewlehiya Navxweyî' ji bo Pêvajoya Çareseriyê astengek e. Gelo Pakêta Ewlehiya Navxweyî hat rojeva komcivîna Wezîran an na, gelo di pakêtê de hinek nermbûn çêbû an na? bi bîr xist ku şemiya borî li Stenbolê parlementerên HDPyê û wezîran daxuyaniyeke bi qasî 10madeyan dan.
Arinç diyar kir ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji roja ku peywirê girt ser xwe heta niha berî her tiştê girîngiyê dide ewlehî û nîzama kamûyê û nirxandina "Tu xetereyên li ser ewlehiya can û malê welatiyên me ji bo me nayê wateya Pêvajoya Çareseriyê. Ango dikarin van hemûyan bikin lê em jî ji ber ku Pêvajoya Çareseriyê difikirin, çavên xwe nagirin. Tişteke wiha tune. Li tu derê cîhanê tişteke wiha tune."
Arinç got piştî ku dawî li bûyerên terorê û şîdeta di bûyerên civakî de hat em dê li ser Pêvajoya Çareseriyê biaxivin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bila tu kes li bendê nebe ew kesên ku bi çekên di destê xwe de rê dibirin, kontrola nasnameyan dikin, hewl didin ku li konan ji mirovan re cezayê bibirin, mirovan direvînin û dibin, makîneyên kar dişewitînin, bi molotofên ku diavêjin nav TOMAyan dibin sedem ku bedena polêsan bişewite, bi Pêvajoya Çareseriyê bên û bibêjin 'Werin em rûnên û biaxivin'. Hikûmeta me di vê mijarê de bi bieyar e, ez jî bibiryariya hikûmeta me ya di vê mijarê de temsîl dikim.
Demirtaş kesekî wisa nîne ku di mijara Pêvajoya Çareseriyê de bi awayekî baş hewl bide û bixwaze ku ev pêvajo bigihêje armancê. Ez ji dil ji vê yekê bawer dikim. Ez ji ber ku rastitiya agahiyên ku digihêjin min gelekî baş dizanim vê yekê dibêjim. Ez hêvî dikim ku ji vê astê pê ve di nav tevgereke ku dê pêvajoyê sabote bike de cî negire. Ew niha ji bo hilbijartinên pêşiya me vê yekê wekî projeyeke baş û behredar dibîne. Hin kesên ku li Tirkiyeyê li ser vê projeyê dixebitin hene.
BANGAHEQ