Li Iraqê di navbera DAÎŞ û grûbên din ên çekdar de şer dewam dike.
Ordîya ‘Emrîqaya îşgalker jî li nêzî berajên Hewlêr û Mûsilê, êrîşên hewayî birin ser 3 hedefên DAÎŞê. Ji qomandarîya hêzên merkezê ya Êmrîqaya Îşgalker hat beyankirin ku di êrîşê de teyarên herbê û teyarên bê însan hatîne bikaranîn.
Hat dîyarkirin ku ordîya îşgalker, ji 8ê Tebaxê û vir ve li Iraqê 101 êrîşên hewayî rast kirine.
Hat îddîakirin ku teyarên ‘Emrîaya îşgalker ên herbê yên li baregehên li welatên xalîç û Tirkîyê, êrîş pêk anîne.
Li gorî îddîaya WASHİNGTON POSTê, ‘Emrîqa van baregehên xwe vedişêre.
Di vê navberê de hikûmeta merkezî ya Iraqê û îdara herêma Kurdîstanê, li ser sîlehên ku wê ji welatên xerbî ji bo pêşmergeyan bên şandin û wê çawa bighên Hewlêrê li hev kirin. Wê sîleh bi ser Beğdayê re derbasî îdara herêma Kurdistanê bibin.
Li aliyê din DAÎŞê got ku li Sûrîyê êrîşî eskerên rejîmê kirîye û 200 kes kuştine, di nav wan de gelek sûbay jî 250 esker jî hêsîr girtine.
Hat ragihandin ku rejîma Esed ji bo xelaskirina eskeran operasyon rast kirîye, lê bi serneketîye.
Li gor çavkanîyan, di êrîşa hewayî de hejmara kesên candayî ne eşkere ye.
Çınarın Sesi