Li Xemûra navçeya bajarê Agirî, di navbera du malbatan de li ser mijara araziyê, pevçûn qewimî. Di pevçûnê de kesek hat kuştin 5 kes jî birîndar bûn.
Hat îfade kirin ku di navbera malbatên Eskîn û Yîş de, li ser mijara araziyê ewilî niqaş derketiye. Munaqeşe mezin dibe. Di munaqeşê de çek tên bikaranîn. Di pevçûnê de Mevlut Yîş tê kuştin, 5 kesê din jî birîndar dibin. Birîndaran radikin nexweşxana dewletê. Li ser hadîseyê Cenderme dest bi lêpirsînê kir. Cenaza Mevlut jî, ji bo otopsiyê şandin Trabzonê.
Li aliyê din li taxa Gokçeyurta Mamaka Enqerê, otobus firiya newalekê. 12ê wan esker 35 kes birîndar bûn.
Otobusa ku ji Çorûmê diçû Enqerê, li taxa Gokçeyurtê ji rê derket û firiya newalê. Gelek ambulans û tîmên agirkujiyê, sewqî cihê bûyerê bûn. Hat zanîn ku 12 rêwiyên birîndar esker in.
Birîndar rakirin nexweşxanên Enqerê. Hat gotin ku piştî qezayê, şofêr xwe spartiye qerekoleke Kirikkaleyê. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)