Pevçûnên Li Fellûceyê

Li Enbara wîlayeta Iraqê li bajarê Fellûceyê, 20 polîs ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin

Li Enbara wîlayeta Iraqê li bajarê Fellûceyê, 20 polîs ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin. Li gorî agahiyên çavkaniyên ewlehiyê, grûbeke 50 kesên çekdar, li Fellûceyê herêma el-Mehamdeyê dorpêç kirine û polîsên han revandine.

   Polîs ji bona xwe bigihîne kesên revandî, bi eşîran re ketiye têkiliyê û ji şêx û mezinên eşîran alîkarî xwestiye.

   Li aliyê din li Ramadiya Enbarê jî, kesên çekdar bombe xistin 3 malan û ji dûranî ve teqandin. Ji ber ku mal vala bûn, tiştek bi kesî nehat.

  Tê gotin ku ji 28ê Kanûna Pêşîn vir ve, bi desteserkirina parlementer Ehmed Alvaniyê, li Fellûce û Ramadiyê di navbera hêzên artêş û grûbên çekdar de, şer diqewimin. Hêzên artêşê bi hînceta ku mensûbên grûba Dewleta Îslamê ya Şam û Iraqê li herêmê hene, operasyonên berfireh rast dike

                                   BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar