Pevçûnên Li Herêma Kurdistanê

Şerê dı navbera pêşmerge û dîşıyê de dewam dıke. rayedarên îdara herêma kurdıstanê beyan kır ku pêşmergeyê, baraja mûsılê xıstıye bın kontrola xwe.

Li derûdora baraja Mûsilê, pevçûna di navbera Pêşmerge û DÎŞIyê de dewam dikin. Berdevkê Mesûd Barzanîyê serokê Herêma Kurdistanê Seîd Memûzînî, di civîneke medyayî de da zanîn ku pêşmergeyê baraja Mûsilê xistiye bin kontrola xwe.
Ji ordiya Iraqê rayedarekî jî beyan kir ku her çiqas li derûdora barajê şer sekinî be jî, ji ber mayin û bombeyên ku DÎŞIyê bi cî kirine, niha kurdan bi temamî baraj nexistine bin kontrola xwe. 
Qomandariya hêzên merkezê yên Emrîkaya îşgalker jî beyan kiribû ku li dora barajê, li ser mensûbên DÎŞIyê, bi teyarên bêînsan operasyoneke hewayî rast kirine. Qesra Sipî da zanîn ku emrê êrîş û operasyonê Barak Obama daye.
Baraja Mûsilê nêzî Herêma Kurdistanê ye, di peydekirina av û elektrîkê de tê bikaranîn û devereke stratejîk e.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar