Hat ragihandin ku li Bakûba, Enbar û Mûsila bajarên Iraqê di navbera çekdarên DAÎŞê û ordiya Iraqê de şer diqewimin. Di van pevçûnan de 38ê wan çekdarên DAÎŞê û 3 jî esker 41 kes hatine kuştin, 3 leşker jî birîndar bûne.
Qeymeqamê Hadîseya Enbarê Evdilhekîm Cûheyrî diyar kir ku endamên DAÎŞê amadehiya êrîşan kirine, ji ber vê yekê ordiya Iraqê girtiye ser wan û ji lew şer derketiye. Cûheyfî îddîa kir ku di pevçûnên li Berwaneya bajaroka Hadîseyê de 17 endamên DAÎŞê hatine kuştin.
Di operasyonên hewayî yên ku Emrîkayê biribûn ser bajaroka Zamaraya li rojavayê bakurê Mûsilê de jî, 10 endamên DAÎŞê hatine kuştin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatine hildan, li Mûkadiyêya bajaroka Bakûbaya bajarê Diyalayê jî, di navbera endamên DAÎŞê û yekîneyên ordiya Iraqê de şer qewimî. Di pevçûnan de tevî rayedarên herêmê 11 mesnûbên DAÎŞê û 2 leşker hatin kuştin. Di heman şerî de 3 leşker jî birîndar bûn.
Endamên DAÎŞê ji dûr ve gule bera leşkerên ku li ber Qereqola el-Azîma bajaroka Bakûbayê nobed digirtin dan û di encamê de leşkerek hat kuştin.
Çınarın Sesi