“Pêwîst e 19ê Adarê wek Roja Jinên Misliman a Dinyayê bê îdrakkirin”

Di daxuyaniya ku ji teref Serokatiya Şaxên Jinan a Rihayê ya HUDA PARê ve hat dayîn de hat diyarkirin pêwîst e roja ku Hz. Fatima hatiye dinayayê wek ‘Roja Jinên Misliman a Dinyayê’ bê îdrakkirin.

Seroka Şaxên Jinan a Rihayê ya HUDA PARê Fadîle Demîr pêwîst e roja ku Hz. Fatima hatiye dinayayê wek ‘Roja Jinên Misliman a Dinyayê’ bê îdrakkirin û ew dixwazin ku di 19ê Adarê de bi vê şiûrê bê hereketkirin.

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir Îslam gelekî zêde pesna jinan daye û wê bihûşta ku herkes arzû dike li bin piyên dayikan raxistiye ku di vê de gelek peyamên girîng hene. Demîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di ya rastiyê de ev yek ji bo kesên ku saadeta ebedî dixwazin û arzû dikin rêya vê seadetê nîşan dide. Divê ji wê têgihiştina ku tenê salê rojekê qala jinan û heqên wan tê kirin re  neyê îtîbarkirin; berawajî pêwîst e ji têgihiştina ku  jinan ji zilaman re wek emaneteke Xweda nîşan dide  û divê her roj riayetî heqên wan bê kirin re îtîbar û riayet bêkirin.

“Pergala kapîtalîst li ser navê xweseriya aboriyê jinan ji malê dûr dixe”

Demîr di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew wek jinên Misliman ji meqama ku Îslamê ji wan re bexş kiriye haydar in û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Jin ji ber fitratê ve hesas in û ji hêla şefqat û rehmê ve jî gelekî bi qewet in. Lewra jin dayik e, hevser e, kesa ku mala xwe li ser piyan digrê ye, kesê ku malbatê mihafeze dike û muallima yekemîn a zarokên xwe ye,  piştevan û xanima zilamê xwe ye. Lê belê pergala kapîtalîst li ser navê xweseriya aboriyê jinan ji malê dûr dike û di bin vê navê de wê di karên giran de dixebitîne û qaşo heqekê dide wan. Di heqîqetê ev tev zilma ku li dijî pîrekan tê kirin e.”

 “Pêwîst e 19ê Adarê wek Roja Jinên Misliman a Dinyayê bê îdrakkirin”

Demîr di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir pergela ku pîrekan wek amûra reklamê dibîne  ne tenê keda pîrekan bi heman awayî wesfên wan a pîrektiyê jî ji emel û xayeyên xwe yên  pîs û kirêt re dike amûr. Demîr dû re wiah li axavtina xwe zêde kir: “ Divê jinên Misliman  ji xwe re Hz. Fatima, Hz. Hatîce, Hz. Asiye û Hz. Meryem mînak bistînin. Dema ku em li jiyana van jinên mînak binêrin, em ê ferqan bi eşkere bibînin û em dizanin ku ev şexsiyet di nava civaka me de xwediyê şexsiyeteke pir mezin in. Em wek jinên Misliman ên ku van şexsiyetan ji xwe re mînak dîstinin difikirin ku pêwîst e 19ê Adarê ya ku roja jidayikbûna Hz. Fatima ye, wek ‘Roja Jinên Misliman a Dinyayê’ bê îdrakkirin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe