Akîf Karakaşê Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Komeleya Koran a Şeş Noqtayê di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ev çendîn sal e ku li cûrbecûrên dinyayê ji bo kesên ku çavên wan nabînin di rojevê de bê girtin, ji bo kopalê spî bê naskirin û ji bo eşkerekirina zehmetî û astengiyên ku kesên çawan wan nabînin rasta wan tên ev heftiya koran tê pîrozkirin. Karakaş di berdewama axavtina xwe de qala navê kopala spî kir û wiha got: “Gelek qeza diqewimin. Lewra ji xeynî kopalên spî yên din di tarîtiya şevê de ji teref ajokaran ve nayên dîtin. Ji ber vê yekê ev navê kopala spî derket holê û kopal bi rengê spî hatine boyaxkirin.”
“Li Diyarbekirê 9 hezar kor hene”
Karakaş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir li tevahiya Tirkiyê 9 milyon astengdar hene û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji sedî 10ê van astengdaran çavên wan nabînin. Elbet heqên ku ji koran re hatine dayîn hene. Em dibînin ev xizmet di van pêlên dawî de zêde jî bûne. Di bergeha qanûnên ku ji bo koran hatine derxistin de ji wan re di warê perwerdehî, civak û çandê de xizmet hatin dayîn. Di vê bergehê de di 6 salên dawî de 20 hezarî zêdetir kesên astgengdar di sazîyên qamûyê de hatin bicîkirin. Li Diyarbekirê 9 hezar kor hene.”
“Pêwîst e kapasîteya mektebên ji bo koran bê zêdekirin”
Karakaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir mektebên li Diyarbekirê yên ji bo koran hindik in û wiha li axavtina xwe zêde kir: ““Pêwîst e kapasîteya mektebên ji bo koran bê zêdekirin. Divê li bajarên derdorê jî mekteb ji bo koran bên vekirin. Mekteba me heye, lê em mektebeke mezintir teleb dikin da ku em karibin xizmeteke baştir bidin kesên kor.”
Karakaş di berdewama axavtina xwe de teleb û daxwazên xwe yên ku wan ji birêveberiya berê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê hatiye kirin di bîran xist û wiha got: “Di nava van daxwazan de teleba islahkirina payerê û rêyan û edilandina têketina avahiyan û ronahiyên trafîkê û teleba me ya edilandina otobusan li gor astengdaran hebû. Digel ku ev teleb heqên me bûn mixabin van daxwazan bi cî neanîn.”
Karakaş destnîşan kir hinek telebên wan ên mîna ronahiyên trafîkê ên bi dengên kurdî û tirkî ji teref birêveberiya a niha ya şaredariyê ve hatiye bicîanîn. Karakaş di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir kopala spî ji bo wan rêber û sembola azadiyê ye.(ÎLKHA)