“Pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be”

Serokê Şubeya Diyarbekirê yê KomeleyaMafên Xerîdarandestnîşan kir bo mexdûrîyet çênebin pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be.

Serokê Şubeya Diyarbekirê yê Komeleya  Mafên Xerîdaran Nîyazî Kavar  destnîşan kir bo mexdûrîyet çênebin pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be.

Kavar di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir TEDAŞ û DEDAŞ  şîrketên belavkirinê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber wê yekê karekî wan kontrolkirina qeçaxê jî heye. Di vê bergehê de ew bi teref in. Lewra kesê firoşker ew in. Fîrmaya firoşker a ku tespîta rewşê dike ji ceyrana ku difiroşê parayan qezenc dike. Bo zirarê neke li gor xwe tedbîrinan distîne. Li vê derê ji xwe di holê de ye ku ew bi xwe bi teref.”

Kavar di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê DEDAŞ bibe mekanîzmeyeke ewlehîyê ya bê teref û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Di warê tespîtkirina ceyrana qeçax de welatî gazin û gilîyan dikin. Pêwîst e tespîta ceyrana qeçax di bin çavderîya sazîyeke xweser de be.”

ÎLKHA






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e