“Pêwîst e Tirkîye li ser navê NATOya ku li Efxanistanê bi hezaran sîwîlan qetil kir fealîyetan neke”

Ji teref Navenda Giştî yê HUDA PARê ve derheqê rojeve derve de daxuyanîyek hat belavkirin û derheqê mijarên mîna; li ser navê NATO tevgerîne Tirkîyeyê û qerarên îdamê yên li Misirê de nirxandin hatin kirin.

“Pêwîst e Tirkîye li ser navê NATOya ku li Efxanistanê bi hezaran sîwîlan qetil kir û bûye divûkê Amerîka fealîyetan neke”

Di destpêka nirxandinê de di bîran hat xistin piştî ku NATO leşkerên xwe ji Efxanistanê vekişand re Tirkîye daxwaz kir ku ew bi xwe ewlehîya Balafirgeha Kabîlê tesîs bike û dû re wiha hat gotin: “Ev teklîfa ku ji teref Amerîkaya ku beşeke leşkerên xwe ji Efxanistanê kişandiye ve hat qebûlkirin, ji teref Talîbanê bi xwe ve hat redkirin. Birêvebirina fealîyetên leşkerî ya li ser navê NATOyê ya li Efxanistanê ya ji teref Tirkîyeyê ve di rîska pevçûnan zêdetir bike. Pêwîst e Tirkîye li ser navê NATOya ku li Efxanistanê bi hezaran sîwîlan qetil kir û bûye divûkê Amerîka fealîyetan neke. Ji bo şer û pevçûnên di navbera birêveberîya Kabîl û Talîbanê de bi dawî bibin, aştîyê navxweyî bê tesîskirin û îstîqrar bê sazkirin; divê Tirkîye însîyatîf bistîne. Rêya vê yekê jî lihevanîna hêmanên mehelî ye. Tirkîye divê ji bo aramî, hizûr û ewlehîya gelê Efxan a ku bira û dostê qedîm e her tiştê ku ji destê wî tê bike.”

“Divê ew Sîsîyê darbeker ê ku darbe li Mursîyê ku ji teref xelqê ve hat hilbijartin kir û wî di zindanê de şehîd kir û her wisa bi hezarana kesên masûm li Meydana Rabîayê qetil kir bê darizandin”

Di berdewama nirxandinê de derheqê qerarê nû yên îdamê de jî hat destnîşankirin, li mahkemeyên Sîsîyê darbeker derheqê hinek Mislimanên din dîsa qerara îdamê hat dayîn û dû re wiha hat gotin: “Mahkemeya Bilind a Misirê qerarên îdamê yên ku derheqê 12 kesên ku di nav wan de kesên mîna Muhammed el-Bîltacîyê ku Sekreterê Giştî yê Îxwan û bavê Şehîd Esma bû de hatibû dayîn tesdîq kir. Ew mahkemeyên darbekeran cihê şano û mîzansenê ne û bes fermanên rejîma darbeyê bi cî tînin. Divê ew Sîsîyê darbeker ê ku darbe li Mursîyê ku ji teref xelqê ve hat hilbijartin kir û wî di zindanê de şehîd kir û her wisa bi hezarana kesên masûm li Meydana Rabîayê qetil kir bê darizandin. Em hêvî dikin ku ew ê rojekê bê darizandin. Sazîyên navneteweyî, Teşkîlata Hevkarîya Îslamê, û Tirkîyeya ku têkilîyên xwe yên bi Misirê re asayî dike û Serokomar di vî warî de tiştinan bikin û pêşîya van qetlîamên siyasî bigirin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapıcıoğlu, ji Cemaat-i İslami re sersaxî û taziye
Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 454
Dr. Newaf Tekrûrî: Xwepêşandanên xwe yên li qadan bidomînin
Rêber û Serokê Me Hz. Muhammed e
Serokê Yekîtîya ‘Aliman a Dinyayê Qeredaxî: Piştgrîdana xuşk û birayên me yên Xezze û Filistînê wacib e