Peyama Barzanî li ser rewşa Şingal û hêzên Pêşmerge

Peyama Barzanî li ser rewşa Şingal û hêzên Pêşmerge

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî eşkere kir ku hêzên Pêşmerge êdî ji pozîsyona parastinê derketine û derbasî pozîsyona êrişê li dijî DAŞê bûne. Barzanî her wiha ji gelê Kurdistan û aliyên siyasî û medyaya kurdî xwest hesasiyetên pêvajoya niha li ber çavan bigirin û yekrêziya netewî biparêzin.

Barzanî îro li ser rewşa vê dawiyê ya Başûrê Kurdistanê bi taybet rewşa Şingalê û hêzên Pêşmerge peyamek belav kir. Naveroka peyama  Barzanî wiha ye:

“Gelê Serfiraz ê Kurdistanê!

Gelê Kurdistanê fêrî kultura ayînparêzî, pirayînî û bihevre jiyanê bûye û êrişî ti kesî nekiriye û di dîrokê de jî tenê parastina xwe kiriye. Lê dujminan bela xwe jê venekirin û her carê bi şêweyekî  xwestine zirarê li gelê me bidin. Ji piştî bûyerên Mûsilê, Kurdistanê tenê parastina xwe kir lê terorîstan şer firotin û êrişî Kurdistanê kirin ji ber vê jî bûyerên çend rojên dawiyê çêbûn. Ji ber wê jî me biryar da ji pozîsyona parastinê derkevin û heta nefesa xwe ya dawî li dijî terorîstan şer bikin. Me ferman da hêzên pêşmerge û hemû aliyên pêwendîdar ku bi hemû quweta xwe êrişî terorîstan û dujminên xak û gelê Kurdistanê bikin.

Bûyerên vê dawiyê yên deverên Zûmar û Şingalê her wiha ew trajediya ku hat serê bira û xûşkên me yên êzîdî dilê mirov dêşîne lê em gelê Kurdistanê ji vê yekê piştrast dikin ku em nahêlin bihustek xaka Kurdistanê bikeve destê wan û emê Şingal û Zûmarê û xûşk û birayên xwe yên êzîdî mîna reşka çavên xwe biparêzin, çiyayê Şingalê jî dê mîna her car berxwedêr û serfiraz bimîne. Ew beşa ezîz û resen a gelê kurd her dem serbilind bûye û erka me hemûyan ew ku em wê yekê biparêzin.

Teror arîşeyeke cîhanî ye û şerê li dijî terorê jî pêwîstî bi tevgereke navdewletî heye. Bi salan e Kurdistan bûye qurbana terorê û êrişên terorîstî lê mixabin em di şerê han de tenê man û ti kesî alîkariya gelê Kurdistanê nekir di vî şerî de.  Lê dîsa jî me pişta xwe bi gelê xwe û hêzên Pêmerge û dezgehên ewlehiyê girêda. Em her dem girêdayî pîvanên azadîxwaziyê, kultura resen a pêkvejiyanê û lêborîna Kurditanî bûn ev jî xala herî bihêz a serkeftina me li hember dujmin, dilnexwaz û terorîstan e.

Zarokên me yên leheng ji îro danê sibê ve dest bi êrişa li dijî terorîstan kirine û ber bi pêşve diçin. Ez ji gelê Kurdistanê, hêzên siyasî û medyaya Kurdistanî dixwazim bi moraleke bilind û bi çavên vekirî û bi hestên berpirsiyartiyê nêzîkî rewşa niha bibin û yekrêzî û yekitiya netewî û niştimanî biparêzin.  Em pêşmergeyên qehreman jî piştrast dikin ku gelê Kurdistanê bi hemû hêza xwe ve piştgiriya we dike û çavên me li îradeya we ya pola û canfidayî û lehengiya we ye.

Di dawiyê de ez spasiya berxwedana hemû gelê Kurdistanê, pêşmergeyên qehreman û hêzên xwebexş û malbatên serfiraz ên şehîdan dikim. Piştrast bin ku paşerojeke geş li benda gelê Kurdistanê ye.

Bijî Kurdistan

Namire Şehîdên Rêya Azadiyê”

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar