Peyama HUDA PARê di derheqê Helepçê de

Ji ber sedema 28emîn salvegera Qetlîama Helepçe ya ku di 16ê Adara 1988an de pêk hatibû ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve peyameke hat weşandin.

Her weke ku tê zanîn berî ve 28 sala li Kurdistana Başûr li bajêra Helepçê  bi emrê Saddamê zalim êrîşa kîmyewî li Mislimanên Kurd hatibû kirin û bi deh hezaran însan di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji ber salavegera vê qetlîama ku berî vê 28 sala hatibû kirin ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve peyamek hat weşandin.

Qetlîama Helepçe di dîrokê de êrîşeke herî wehşîyane û qetlîameke bi tevahî ye

Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin  ew Seddamê  zalim ê ku fîr’ewnê esrê ye û  Kîmyasal Alîyê ku vê qetlîamê kiriye îro ji teref însanetîyê ve bi kîn û nefret tên bîranîn û wiha pê de hat çûyîn: “ Dîroka 16ê Adara 1988an  ew ê di rûpelên dîrokê yên zilmê de cihê xwe bigire.Lewra di vê dîrokê de li ber çavên temamê dinyayê wehşeteke mezin hat kirin.Ev bû 28 sal ku li ser Qetlîama Helepçê derbas bûye ku ev êrîş bi şikleke wehşîyane li Kurdên ku êtîmên ummetê ne hat kirin û hat xwestin bi amî û tevahî bên qetilkirin.Di 16ê Adara 1988an de bi çekên kîmyewî  zarok û zêç, pîr û ciwan, mêr û jin  bi hezaran  Kurdên bê guneh û bê sûc hatin  qetilkirin û her wiha bi deh hezaran kes jî ji ber êrîşa kîmyewî  seqet man. Seddamê zalim ê ku fîr’ewnê esrê ye, Kîmyasal Alîyê ku vê qetlîamê kiriye û qatilên din îro li ser navê mirovahiyê bi nefret tên bîranîn.

 “Îngîlîstan, Emrîka, Almaya û Fransa  berpirsiyarê vê jenosîd û komkujiyê ne”

Di berdewama peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin pêşengên emperyalîzmê  Îngîlîstan, Emrîka, Almaya û Fransa  berpirsiyarê vê jenosîdê ne û wiha li peyamê  hat zêdekirin: “ Her weke ku tê zanîn piştî çend salan  Seddam û kesên ku vê qatlîamê kirin  hatin darizandin û dûvre jî hatin îdamkirin.Lê berpirsiyarên vê qetlîamê ne tenê birêvebiriya Iraqê yê wê demê bû.  Bi qasî Seddam  ew pêşengên emperyalîzmê yên mîna Îngîlîstan, Emrîka, Almaya û Fransa  yên ku van  çekan belav kirin jî ji vê qatlîamê mesûl û berpirsîyar in.Ew qetlîama Helepçeyê li ber çavên dinyayê hat kirin  û lê heyf e ku heta îro di derbarê wan kesên ku ji vê wehşetê re bûne şirîk de tu lêpirsîn nehatiye kirin.”

“Navendên şer ên navneteweyî ji xelkê Kurd re ji bobelatan pê ve tu tişt nedane û wê nedin jî”

Di berdewama peyamê de hat ragihandin di serî DYE û temamên navendên şer çawa ku di paşarojê de felaket bi serê Kurdan de anîbin ew ê di pêşerojê de jî  felaket û bobelatan bînin û wiha pê de hat çûyîn: “Her weke ku tê zanîn ew qetlîama ku bi destê Baasê di 16ê Adara 1988an de hat kirin bi çekên vê zîhniyete hat  kirin ku îro ev zîhniyet  xwe weke hamiyê Kurdan nîşan didin û hinek kes jî wan weke xelaskerên Kurdistanê nîşan didin ku em vê yekê bi îbret temaşe dikin. Ew zîhniyeta ku  îro bûye sebeb li Sûri û Iraqê  zilm bên kirin û ev zilm zêde bibin di eslê xwe de faîlê esil ya wê qetlîama  Helepçê ne.Di serî de ew Emrîka û her wiha navendên şer ên navneteweyî ji qetlîama 16ê Adarê re  bê deng man û  di herba Îran û Iraqê de piştgirîyê dan rejîma Baasê ku ev  navendên şer ên navneteweyî îro jî  ji bilî felaket û bobelatan pê ve tu tiştî nedan Kurdan û ew ê nedin jî.”

 “Kesê ku bi zilmê abad bibe ew ê aqûbeta wê dê hezimet û zillet be”

Di dawiya peyamê de hat diyarkirin  kesên ku ji vê jenosîd û komkujiyê re bûbe şîrîk ew ê miheqeq  li ber dîrokê hisabê bidin û wiha dawî li peyamê hat anîn: “ Cihê wan kesên ku bi xelkê Kurd sloganên ‘Bijî Obama’ didin avêtin û hewl didin wê  qetlîamên ku emperyalîstan kirine bi wan bidin jibîrkirin di pêşeroja xelkê Kurd de tune ye.Her çi qas ji ser vê qetlîamê 28 sal derbas bûbe jî   ew kesên ku wan çekên kîmyewî dane Seddam ji vê qetlîamê re bûne şîrîk  ew ê li ber dîrokê hisabê bidin û  bi derengî be jî ew ê adalet pêk bê. Em wan birayên xwe yên ku di qetlîama Helepçê de şehîd bûne bi rehmet bi bîr tînin û lenet ji wan zalimên ku ji vê yekê re bûne sedem re tînin. Em bawer dikin kesê ku bi zilmê abad bibe ew ê aqûbeta wî dê hezimet û zillet be. Ji bona vê roja bi êş û elem  gotina me ya dawî ew ê gotina Bedîzuzzeman be; Ji bo zaliman bijî cehennem.”(ÎLKHA)



 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye