Li ser daliqandin û şehadeta Ebdulqadir Mollayê alîkarê sekreterê Cemaeta Îslamî ya Bangladeşê, Huda Parê peyameke sersaxiyê weşand.
Di mesajê de şehadeta alim û micahîdê îslamê hat pîrozkirin, ji bo dost û muhib û pêyrewên wî û mislumanên cîhanê sersaxî hat kirin.
Di peyamê de wiha hat gotin: “Welatên rojavayê, dev ji dijminantiya îslamê bernadin. Wek coğrafyayên Îslamê, li Bangladeşê jî zulum kêm nabe. Li Bangladeşê hikûmeta xulamê Hindistanê û alîgirê rojavayê, di demên dawîn de, dijminantiya xwe ya bi îslam û cemaeta Îslamê re eşkere dijwartir kiriye.
Ji lîderên Cemaeta Îslamî, gelek kesan xistine hepsê û li wan cezayê muebbetê yan jî îdamê biriye. Yek ji wan alîkarê sekreterê Cemaetê Ebdulqadir Molla bû ku cizayê wî ya muebbetê kirin îdam û înfaz kirin. Rebbê me xwîna şehîdan bike wesîle ku war û welatên mislumanan, bigihêjin serxwebûna xwe ya heqîqî û îslamî û bike wesîleya hizûra însaniyetê.”
Di dewamiya peyamê de, ji mislumanan hat xwestin ku li birayên xwe mislumanên Bangladeşê xwedî derkevin, di duayên xwe de wan ji bîr nekin, tepkî û bertekên xwe yên herêmî û navneteweyî nîşan bidin. Her wiha bangî zalim û dîktatorên dinyayê hat kirin ku ji eqîbeta zalimên tarîxê îbret bigrin.
BANGAHEQ