Pîra nexweş xapandin û mala wê firotin

DİYARBEKİR - Li Diyarbekirê biraziyên dapîra nexweş ên ku ji bo lê binêrin di mala wê de bicî bûbûn dapîra xwe ya nexweş xapandin û mala wê firotin.

Yaşar Mercana 68 salî ya ku li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê dijî û nexweş e îddîa kir ku biraziyên wê, wê bi şikleke xapandine û jê wekalet standine û mala wê firotine.Dapîrê ku hatiye xapandin destnîşan kir ew nexweş e û nikare rabe ser piyên xwe  û tu kesê wê nîne.Ji ber vê yekê dapîra 68 salî ya nexweş ji rayedaran arîkarî teleb kir.

“Ji xemgînîyê ez ketim nav dest û piyan”

Dapîra Mercan daxwaz kir ku Waliyê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy  û rayedarên dewletê dengê wê bibihîsin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Biraziya min got ku ez ê digel hevserê xwe li te binêrim, lê belê min xapandin.Ji bo Xwedê arîkariya min bikin, ez bêkes im, mala min ji wan bistînin.Ez ji xemgînîyê ketim nav dest û piyan.Cûrbecûr nexweşî li min peyda bûn.”

“Tinazê xwe bi min dikin û ji min re dibêjin ‘Qopê, Qopê”

Mercan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew bi biraziya xwe yê ku ev tişt aniye serê wê re munaqeşe kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mala min ji min standin, ez li kolanan mam, ji ber vê yekê min bi wan re nîqaş kir. Tinazê xwe bi min dikin û ji min re dibêjin ‘Qopê, Qopê.’Ez mala xwe dixwazim.Ger ku pêwîst be ez ê mala xwe bexşî mala aramîyê bikim.Mala min ji min standin.Ez a niha li vê derê dijîm, lê dê sibe min bavêjin sikakê.Dema ku min û mêrê min dev ji hev berda mehkema vê malê da min.Lê belê ev kes mala min û firaxên tê de tev firotin.Bila cîranên min sax bin, tiştin ji min re anîn.Kesên ku mala min firotin biraziyên min ên bi navê Çîmen, Derya û Ayşegul e.Ev kes malik li min xera kirin.Bila malik li wan jî xera bibe.”

“Ez 5 rojan di mal de birçî mam, nexweş û bêxwedî me”

Dapîra Mercan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir biraziyên wê, wê bi şikleke xapandine û jê wekalet stadine û mala wê firotine.Dapîr Mercan dû re wiha pê de çû: “Ez tam 5 rojan di mal de birçî mam, piştî 5 rojan cîranên min ji min re xwarin anîn û pere dan min.Ez him bêpere me û him jî bêxwedî me.Ji bo Xwedê destê arîkariyê dirêjî min bikin.Mala min ji wan bistînin.Ne gedeyên min û ne jî birayên min hene.Ez dixwazim bi walî re hevdîtinê bikim, lê belê qeweta min nîne.Ji bo Xwedê û Pêxember arîkariya bikin.Wextina ez dixwazim xwe ji vir bavêjim xwarê.”(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye