Gazva Asara(47) ku ji ber nexweşiyê di 2 saliyê de piyên wê hatine jêkirin digel malbata xwe niha li Taxa Gaziyê ya Entabê hewil didin têkoşîna jiyanê didin. Malbat ji kesên xêrwaz û sazîyên alîkariyê teleba komek û alîkariyê kirin da ku ji vê rewşa ya xezaniyê xelas bibin û parîkek be jî derkevin firehiyê. Lewra malbata bi 4 nefs ji teref lawê malbatê Muhammed Asûr ve bi riya hamaltiyê tê kirin û ev debar jî bi sed zehmetî tê kirin.
“Em nikarin ji bin vî barî rabin”
Asûr di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ew 2 salî bû piyên wê ji ber kangrenê hatine jêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji wê temenê ve ez di vî halî de me. Niha 47 salî me. Em ji ber şerê navxweyî ya Sûriyê hatin vê derê. Em di vê dikanê de hewil didin bijîn, ji malê ji dê û bavê min pîr û kal pê ve tu kesî min nîne. Ji ber ku dê û bavê min pîr û kal in nexweş in. Tu kesî me tuneye mesrefê me tedarik bike. Em di haleke xirab de ne. Em nikarin ji bin vî barî rabin. Birayekî min heye hamaltiyê dike û hewil dide debara me bike.
“Ji kirina diayê pê ve tiştek ji destên me nayê”
Dê Wisal Aşûr jî di derbarê mijarê de diyar kir ew di nav zehmetiyê de dijîn û wisa li axavtina xwe zêde kir: “ Ez nexweş im, divê ez tedawî bibim, lê ji ber tunebûna pereyan ez nikarim îlacên xwe bi kar bînim. Ez ameliyatkirîme û di nav zehmetiyê de dijîn. Dema ku îxtiyaceke me çêdibe ji ber tunebûnê em nikarin temîn bikin. Rebbê me, me ji vê zehmetiyê xelas bike. Ji kirina diayê pê ve tiştek ji destên me nayê.”
Bav Mahmûd Aşûr jî di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê kir de diyar kir rewşa wan nebaş e û ew bi sed zehmetî hewil didin di nav tunebûnê de debara xwe bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tiştê ku ez gelekî zêde jê ditirsim dema ku ez mirin ew ê kî li qîza min xwedîtiyê bike.”(ÎLKHA)