Pîreka ku piştî qedexê vegeriya Cizîrê lorand

Cizîriyên ku piştî qedexê vegerîyan malên xwe ji ber tahribat û xerakirinên ku hatinê kirin derd û kulên xwe bi kilaman anîn ziman.

Xelkê Cizîrê piştî qedexeya derketina derve hewl dan cardin vegerin malên xwe.Cizîriyên ku vegerîyan malên xwe ji ber tehrîbat û wêrankirinên ku hatine kirin şaş man û nizanibûn çi bikin.Xelkê ku van dîmenên  xerakirinê dîtin ji neçarî  lorandin.Lewra  navçê bûbû kavil û xopan.Pevçûnên ku li navçê destpêkiribûn kevir li ser kevir nehiştibûn.

Hinek xelkê ku vegerîyan malên xwe ji naçarî tenê halê malên xwe temaşe kirin û hinek jî hewl dan ku malên xwe yên ku zirar dîtini di ser hevdû de bibin û bidin hevdû.

Dapîra bi navê F.A. ya ku li navçê dima di derbarê mijarê de diyar kir wan mala xwe hê taze çêkiribûn û bi destpêka şer mecbûr mane ku malên xwe biretikînin û dema ku ew vegerîyan malên xwe dîtin ku mala wan bi temametî hatiye xerakirin.

F.A.ya ku ji ber ku xerakirin û zirara ku li navçê dît hewl da bi kilamên kurmancî derd û kulên xwe bîne ziman û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Êdî tu cihê ku em lê bimînin nema.Em dê nizanin çi bikin.Qur’an û kitêbên dînî yên di malê de talan bûne.Xwedê Teala bela wan kesên ku me xistine vî halî bide û heqê me li ba wan nehîle.”(ÎLKHA)

 

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye