Pîrozbahiyên Fetha Mekkê

Cemiyeta Mustezefan a şaxa Stenbolê, bi munasebeta fetha Mekkê, bernameyekê li dar xist. Hinek komel û saziyên sivîl jî destek dan bernamê

 Cemiyeta Mustezefan a şaxa Stenbolê, bi munasebeta fetha Mekkê, bernameyekê li dar xist. Hinek komel û saziyên sivîl jî destek dan bernamê. Millet teveccuh da programê. Bername bi xwendina Quranê ji teref Ebdulbarî Çelîk Xoca ve dest pê kir.

Alîkarê serekê partiya Huda Parê Seîd Şahîn, der barê qîmet û zafera fetha Mekkê de xeber da. Şahîn da zanîn ku vê şev rengê însana eşkere dike. Di bernameyê de ji teref Dost Tiyatroyê ve şanoyek hat lîstin. Grûb Ozlem jî gelek helbest û îlahiyan hunirandin.

Li aliyê din komela Anadolû Gençlîkê jî, li çend bajar û navçeyan, der heqê fetha Mekkê de program li dar xist. Mihafizê Qûdsê Şêx Raîd Salah jî, tevlî programa ya li Edenê bû. Li ser fetha bajarên muslumana xeber da. Da zanîn ku wê Qûdûs jî bê fetih kirin û bi zafera Îslamê wê musluman kêfxweş bibin. Millet jî zêde teveccuh da bernamê. Di programê de Hafizê Quranê Hecî Kerîm Mansûriyê Îranî yê di xwendina Quranê de bûbû yekemê cîhanê, bi xwendina xwe millet mest kir.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin