“Pirsgirêka herî mezin a ummetê nebûna îtîdalê ye”

ÎZMÎR - Serokê Damezrînêr ê Weqfa Sîyerê di konfersa ku li Îzmîrê hat lidarxistin de axivî diyar kir pirsgirêka herî mezin a ummetê tunebûna îtîdalê ye.

Ji teref Civata Ciwaniya bi Erdem ve li Zanîngeha Dokuz Eylulê konferanseke bi navê ‘Ciwaniya ku wehyê wan mezin kiriye’ hat lidarxistin. Serokê Damezrînêr ê Weqfa Sîyerê Mehmet Emîn Yildirim jî wek axavtvan beşdarî vê civînê bû.

Yildirim di axavtina ku kir de diyar kir mislimanên îro xwedîyê nîmetên gelek mezin in lê di warê daweta Îslamî de gelek sist û zeîf in.Yildirim dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Min bi xwe zen dikir ku ez gelek tiştan dikim.Lê bele di çarçoveya van nîmet û îmkanan de ya rastî ne ev e.Heger me Îslama ezîz di dilê xwe de wek sewdayekê dîtibûne em ê wê demê ji cihan,karan û malan dûr bûbana.Rihetî ne li vê derê ye li cennetê ye.Em ê bi şev û rojan xebitîbana.Bi kurtasî heke ew Îslama ezîz di dilê me de bûbana wek sewdayê ew ê wê demê, em ê dema xwe qet bi tiştê vala xerc nedikir.Lê belê di nava ev qas nîmetan de em nikarin tiştekî li ber bi çav bikin.”

 “Derdê herî mezin a vê ummetê tunebûna îtîdalê ye”

Yildirim di berdewama axavtina xwe de diyar kir derdê herî mezin a vê ummetê tunebûna îtîdalê ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hûn hemû însanên bi derd û kul in û bi derdê ummetê jî xemgînî dibin.Dema ku qala meseleya ummetê tê kirin hemû kes li gor xwe dibe ku tespîtinan bikin.Li gor hinek kesî  derdê ummetê tefrika ye û li gor hinekan jî  îtîkat, civakî û îktîsadî ye.Derd û pirsgirêka herî mezin a vê ummetê îtîdal e.Me îtîdala xwe winda kir. Îfrat û tefrît bûye qûta me.”(ÎLKHA)

Çavkanî: http://www.ku.ilkha.com/haber/3425/pirsgirka-her-mezin-a-ummet-nebna-tdal-ye

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye