“Pirsgireka kurd ne tenê pirsgireka AK Partîyê û PKKê ye”

Li Amadê ji teref ÎHHyê ve sempozyûmekî bi navê “Di Rojhilata Navîn de Kurd û Aşîtî” hat li darxistin.

Sempozyûma “Di Rojhilata Navîn de Kurd û Aşîtî” bi beşdarbûyîna mêvanên ji welêt û derveyî welêt her wiha  bi başdarbûyîna temsîlkarên komeleyan hat li dar xistin. Di bernameyê de  gelek  temsîlkar û nûnerên komeleyan, rewşenbîrên kurd û alimên heremê axivîn.

Di sempozyûma “Di Rojhilata Navîn de Kurd û Aşîtî” yê de mêvan bigelemperî li ser mijara pirsgireka kurd axifîn.

Ji Kurdistana Rojava ji bajarê Amûde Dr. Abdulbased Sîeda di derbarê pirsgireka kurd  û pevajoya çareserîyê de fikr û ramanên xwe anî ziman

Seîda got:: “ Ev bernameyên ku tên li dar xistin ji bo kurdan girîng in. Li gor min pirsgêrika kurd li Tirkîyeyê meseleyekî berfireh û girîng e. Heger ev mesele ev pirsgirek were çareser kirin  ew ê li Tirkîye yê aramî hakim bibe.Di vê pevajoya çareserîyê de hikûmeta Tirkîyeyê bi gelemperî herî zêde bi PKKê re hevdîtinan pêk tene, û  PKKyî  ji xwe re muxatab digre. Rastê PKK di vê  heremê de bi hêz e. Lê belê her wiha em dizanin ku di vê heremê de  gelek hereket, hêz û rêxistinên kurd hene. Divê hewldanên me ji bo çareserî ya pirsgireka kurd re be. Ev pirsgireka kurd tenê ne mesela AK Partî û PKKê ye. Ev pirsgireka kurd  meseleya  xelkê kurd e, meseleya miletekî ye, meseleya Tirkîyeyê ye. Divê di vê çarçoveyê de li pirsgireka kurd were nihertin. Heke ev pirsgirek were çareser kirin ew ê li Tirkîyeyê aramî û huzur hakim bibe.”

Sîeda di derbarê wan rêxistin û kesên ku him ji xwe re dibêjin em damokrat in him jî li  xelkê kurd zilm û zordarîyê dikin de ji wiha da zanîn:   “Li gor min kesek ji xwe re him bibêjî ez demokrat im û him dema dengekî ne ji wan werî bilevkirin heger lê zextê bike ev tişt nakokî ye.”

 Sîeda, di derbarê parastina zimanê kurdî de jî  wiha ragihand:: “Li gor min  heke ev musîbet û zilma ku li kurdan hatîye kirin li neteweyekî din hatibana kirin ew ê zimanê wan neteweyan ji holê rabûbana. Digel ew qas tiştan dîsa zimanê kurdî hat parastin û gihaşte roja me. Divê ji îro pê ve jî were parastin. Zimanê kurdî divê li dibistanan bibe zimanê perwerdehîyê, divê zarok pê fêr bibin da ku ev ziman dewlemend bibe. Li gor min di çareserîya  pirsgireka kurd de erka zimanê kurdî ya ku bibe zimanê perwerdehîyê girîng e.Divê mêriv ji vê meseleyê ne tirsin, di vê qadê de gavên wêrek werin avêtin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar