Pirsgirêkên Amed

Li Amed qutbûna elektrîkê, û xerabûn û bêqîmbûn û tunebûna rêyan, bi salan e ku bûne arîşe û problemên mezin.

Li Amed qutbûna elektrîkê, û xerabûn û bêqîmbûn û tunebûna rêyan, bi salan e ku bûne arîşe û problemên mezin. Nexasim di zivistanan de, ji ber çûn û qutbûna elektrîkê, millet û esnaf perîşan dibin.

Li bajêr li navçeya merkezê ya Yenîşehîrê, esnafên caddeya Gewranê, beyan dikin ku, ev salek e Dedaş vê zulmê li wan dike. Dedaş rojê 4-5 saetan elektrîkê dibire. Esnafan da zanîn ku, walî bi derdê wan re tu eleqê nake. Ji esnafan grûbekê rê girt. Xwestin ku mesela wan çareser bibe. Bi hatina polîsan rê vekirin. Beyan kirin ku, eger mesela elektrîkê neyê halkirin, wê her roj rê bigrin.

Li aliyê din ehlê mehela Afet Evlerî, ji tunebûna rê û xemsariya belediyê gazina dikin. Ehlê mehelê diyar dikin ku, ji bo çûna bajêr her roj 2 kîlometre û nîv dimeşin. Avakirina semta Afet Evlerî di 2004an de dest pê kiribû, û di 2007an de jî qediyabû. Ji 2 hezar û 500 daîreyan pêk tê û nifûsa wê nêzî 6 hezar e.

Ehlê semtê didin zanîn ku, riya wan tune û ji bo çûna bajêr, rojê divê 2 kîlometre û nîv bimeşin. Digel ku gelek caran muracaetî belediyê kirine jî, belediye xemsariyê dike û mexdûriyeta wan çareser nake.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin