Pirsgirêkên mizgeftên ku ji nû ve hatine sazkirin didome

Mizgefttên dîrokî yên li Bedlîsê ji nû ve hatiin sazkirin. Lê digel vê yekê hêj jî pirsgirêkên mizgeftan didomin.

Mizgefttên dîrokî yên li Bedlîsê ji nû ve hatiin sazkirin. Lê digel vê yekê hêj jî pirsgirêkên mizgeftan didomin. Ji ber vê yekê mudavîmên mizgeftan ji rewşê re bertek nîşan da.

Li Bedlîsê restorastona mizgeftên bi navên Şerefîye, Kalealti, Kureyşî, Gokmeydan, Aynelbarut qediya. Lê di gel vê yekê banê mizgeftan dilop dike. Cemaetên van mizgeftan ji ber ku pirsgirêkên van mizgeftan didomin bertek nîşan dan.

Rewşa mizgeftên dîrokî yên ku di salên 1500an de di heyama herba Ûris de hatine sazkirin mirov pirr xemgîn dike.

Ji teref Midûrtiya Herêma Waqifan di sala 2010an de gelek mzgeftên dîrokî yên li navenda Bedlîsê ne ji bo ku ji nû ve werin restorekirin dest bi xebatê hat kirin. Hinekî sazkirina ji nû ve ya van mizgeftan qediyaye û hinek jî hêj didomin.

Di hinek mizgeftên ku restorasyona wan qediyaye de ciyên ku desmêj tên girtin û WC tune. Ev yek jî bû sedema bertekên kesên ku tên li mizgeftê nimêj dikin.

Hemwelatiyên ku ji ber di mizgeftên navend û dîrokî de ciyên desmêjgirtinê tune ya li malê desmêj digirin an jî ciyên din û dûvre tên mizgeftê. Cemaet vê carê dema ku hat mizgeftê dît ku banm mizgeftê dilop dike.  

Mizgefta Şerefiyeya ku di sala 1524an de hatiye sazkirin û di îşqala Ûris a li dijî Bedlîsê de jî li ser piyan maye piştî restorasyonê jî bû sedema berteka cemaeta mizgeftê.

Husnu Erîbolê ku rêvebiran wek kesên ku mijarê re eleqeder nabin sûcdar kir diyar kir ku ji bo vê restorasyonê zêde pere hatiye xerckirin. Lê vê carê jî dilop dest pê kiriye. Dûvre Erîbol wiha pê de çû: “Çi dibe pi berhemên me yên dîrokî dibe. Bila demildest ji sazkirinekî baş çi hewce dike were kirin.”

Her wiha Erîbol diyar kir ku ev mizgeft germ nabin û ji ber ku ban dilop dikin û ji banan ax û xwelî tê xawrê cemaet nikare îbadetên xwe baş pêk bîne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe