Serokomar Recep Tayip Erdoğan dora yekemin li Çanakkaleyê, dûre ji li Qersê îddîa kiribû ku pisgirêka kurdan tuneye. Ev ji bûbû sedema bertekan. Sekreterê giştî yê Partiya Doza Azad HUDA PARê bersiv dan van îddîayên serokomar Erdogan.
Yavûz li ser hesabê xwe yê twîtterê îfade kir ku pisgirêka kurdan hey û hê jî didome.
Sekreterê gişt û alîkarê serokê giştî yê HUDA PARê mehmet Yavûz, hinek madde weha bi rêz kir.
“Ev raste ku berî niha tu kesî nikarîbûn bigotana ‘Em kurdin’, lê ev ji nava civakê bi pirahî çareser bûyê, lê belê ne dûre ku di girtînameye Meclîsê de ji bo zimanê kurdî ‘Zimanê nayê zanîn”derbas dibe ev jî nîşaneke ku pisgirêka kurda heyê.
Ma key mafê perwerdehîya zikmakî daye gelê kurd, an jî ji teref zimenên fermî gotine ev mafekî heqe, ango jî bêjin temamê zimana ayetên Xweda ye û gelo qey zimanê kurdî kirine zimanê fermî ya duyem.
Ma qey qananûna esasî ya Faşîsta 82an a ku temamê welatiyan Turk dihesibîne hatîye gûherandin? Evana tev di cîdene, ev jî delîle ku pisgirêka kurdan heyê û çareser nebûye.” (ÎLKHA)