Piştgiriya Komeleyan Bo Mewlûda Amedê Zêde Dibe

Bernama mewlûda Hz Resûlûllah ya Diyarbekir, di 21ên Nîsanê de tê lidarxistin. Platforma evîndarên Pêxember û komel û saziyên sivîl, ji bo amadehiyên bernamê didomînin.

Bernama mewlûda Hz Resûlûllah ya Diyarbekir, di 21ên Nîsanê de tê lidarxistin. Platforma evîndarên Pêxember û komel û saziyên sivîl, ji bo amadehiyên bernamê didomînin. Di vê çarçovê de dest bi teblîğ û îrşada bangî mewlûdê dikin. Komela Kardeş-Dera Erğanî û Îkra Eğîtîm-Dera Diyarbekir beyan kirin ku, wê destekê bidin bernama mewlûdê û bi hemî endam û dildayên xwe tevlî mewlûdê bibin.

Serekê Kardeş-Derê Mûstafa Öz di beyana xwe de, bangî hemî kesên aşiqên pêxember kir ku, evîn û pêgirtiya xwe ya bi Hz Mûhammed re nîşan bidin. Komela Îkrayê jî bi beyanateke medyayî, biçûk û mezin hemî millet dawetî mewlûda pêxember kirin. Ji îdara komelê Receb Özorûç, di heqê beyanatê de xeber da. Receb Özorûç bangî hemî ehlê bajar û aşiqên pêxember kir da ku, li bajarê eshaban mewlûda pêxember, bi coş û geş bê pîroz kirin. bangaheq

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar