Piştî 4 salan dîsa li Ewropa'yê coşa Wiladeta Pîroz dest pê kir

Li bajarê Hambûrga Elmenya'yê ji aliyê Evîndarên Pêxember ên Ewropayê ve bi coşeke mezin Bernameya Wiladeta Pîroz hat lidarxistin. Bi sedan kes beşdarî bernameyê bûn.

Ji ber pandemiya ku bandor li cîhanê kir, li Ewropayê Çalakiya Wiladeta Pîroz nedihat lidarxistin. Piştî 4 salan çalakî ji nû ve dest pê kir. Bernameya ku ji teref Mizgefta Wahdetê ya Hamburgê û Navenda Perwerdeyê ya Hambûrgê ve bihevparî hat tertîpkirin bi tîlaweta Qur'anê dest pê kir.

Mela Abdulkadîr Aydin'ê ku axaftina vekirinê ya bernameyê kir, kêfxweşiya xwe ya ji ber ku piştî 4 salan ji nû ve organîzekirina Çalakiya Wiladeta Pîroz kir anî ziman û ji ber beşdarîbûna her kesî spasiya wan kir. Bername bi îlahiyan û awazên xweş ên Koma Îlahî ya Wuslat û keçên biçûk berdewam kir.

Lêkolîner-Nivîskar Ozkan Yaman li ser wate û girîngiya rojê axivî û diyar kir ku li Ewropayê ji nû ve Cejna Wîladeta Pîroz dest pê kiriye û got ku pêdivîya hemû mirovahiyê hînkirina bi dersên Hz. Muhammed (Sallallahu Aleyhi Vesselem) heye.

Di bernameyê de sînevîzyona ku keda Yetîm Elî ya Ewrûpayê rê dida hat nîşandan. Serokê Rêxistina Yetîm Elî ya Ewrûpayê Abdurrahman Altûn diyar kir ku dahata ku ji çalakiyê tê tomarkirin ji bo herêma erdhejê were şandin, ew di meha Remezanê de li herêma erdhejê bûn û bi mexdûrên erdhejê re bûn.

Di dawiya bernameyê de ji kesên ku di Îmtîhana Sîyerê de pileya bilind girtine xelat hatin dayîn. Piştî pêşandana şanoyê bername bi dua û fitarê bi dawî bû.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Du gumanbarên têkiliya wan bi êrîşa li ser cihê kar a li Dîyarbekirê re hene hatin girtin
Li nêzîkî gundê Çinarê 2 otomobîl serî bi serî li hev ketin
Li navçeya Ulukışla ya Nîxdeyê, di qezaya trafîkê de welatiyê me yê ji Çinarê bi giranî birîndar bû
Li Behra Reş ÎHAyek ku ji bin kontrolê derketibû hat xistin
Li Erdexanê berfa ku dibare tesîra xwe didomîne