“Piştî encamên fermî em ê serokê xwe yê damezrîner vexwînin partiyê”

Serokwezîr Bînalî Yildrim di axavtina xwe ya di civîna koma partiya xwe kir de diyar kirew ê piştî encamên fermî serokê xwe yê damezrîner vexwînin partiyê.

Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim di axavtina xwe ya ku di civîna komî ya partiya xwe kir de diyar kir ‘Piştî encamên fermî em ê serokê xwe yê damezrîner vexwînin partiyê û em ê  ji dîtina wî ya di nav me de kêfxweş bibin.’

“Em ê serokê xwe yê damezrîner vexwînin partiyê”

Bînalî Yildirim di berdewama axavtina xwe de ji HUDA PAR, MHP û BBPê re ji ber desteka ku dane wan teşekur kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Spasiya herî mezin ji serokê me giştî yê damezrîner Recep Tayyîp Erdogan re. Serokkomarê me vê guhartina ku dê pêşiya Tirkiyê veke bi israr parast. Ew ji milletê me bawer kir. Digel vê guhartinê ew ê hinek mijar bên sererastkirin. Her wiha piştî encamên fermî em ê serokê xwe yê damezrîner vexwenin partiyê.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe