Piştî qedexê texrîbat û zirara li Sûrê derket holê

Piştî ku li navçeya Sûra Amedê qedexe hat rakirin re texrîbata ku di pevçûnan de hatine kirin derketin holê.Xelkê ku ji ber pevçûnan mexdûr bûbû him ji dewletê û him jî ji PKKê hate qaqa reş û îsyan kir.

Piştî ku li navçeya Sûra Amedê li 9 taxan qedexe hat rakirin re texrîbata ku di pevçûnan de li dikan, mal û kargehan hatine kirin derketin holê.Xelkê ku ji ber pevçûnan mexdûr bûbû him ji dewletê û him jî ji PKKê hate qaqa reş û îsyan kir.

Di derbarê mijarê de Kemal Bîçerê ku ev bû 30 sala li navçeya Sûrê dijî wiha axivî: “Ji ber ku roket îsabetî mala min kir di mala min de texrîbateke mezin çêbû.Her wiha di dîwarên mala min de qul hatine vekirin.Ez ê çawa bikim.Min heta vê malê ji xwe re çêkir gelek zehmetî kişand lê bele di demeke kin de hat xerakirin.”

 “Xaniyeke me biçûk hebû wê jî ji me re nehiştin”

Elîf Bîçera ku qîza Kemal Bîçer e di derbarê rewşa malbata xwe de wiha axivî: “Ez ji 8 saliya xwe vir ve dixebitîm û min dikaneke xwe vekiribû.Lê belê vê dikanê xera kirin û kirin wêran.Xaniyeke me biçûk hebû lê wê jî ji me re nehiştin.Ji bona Xwedê ev aşîtî çawa te bila be.Ne tene em, cîranê me jî tev perişan bûne.”

Xanima Fatma jî di derbarê mijarê de diyar kir dema ku ew şiyar bûn dora wan dorpêç kiribûn û wan ji mala wan avêtin derve.

Her wiha pîrekeke ku li bin Sûran  digel eşyayên xwe rûniştîbû diyar kir ev zilma ku tê kirin di tu baweriyê de ne meşru ye.

 “Mala me ya 50 salî di 8 seatan de xera kirin”

Pîrekeke din jî di derbarê rewşa xwe de wiha axivî: Gelo însanetî li vir mir? Ê ku vê dike dewlet e an kurd in? Kî vê yeke li me kir? Mala me ya 50 salî di naveyna 8 seatan de xera kirin.Zilamê min tune ye  û zarokên min jî mahkum in.Madem ev tişt pêk hatin bila dewlet mala me çêbike.Ev cihekî mibarek û dîrokî ye.Ev der Sûr e Sûr…”

 “Herî dawî ez ê benzînê birjînim li ser xwe û ez ê xwe bi şewitînim”

Hemwelatiyekî bi navê Cuma ê ku mexdûr bûye jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ev bû 5 sal ku ez zewicî me.Polêsan ji me re gotin ku mala xwe biterikînin naxwe dibe ku canê we têkeve xeterê.Piştî ku min mala xwe terk kir ez li sikakan radizam, nan tune bû ku ez bixwim.Kesên ku me xistine vî halî ez wan hewaleyî Xwedê dikim. Çima tu derê din ev bûyer çênabin û li Diyarbekirê çêdibin. Ev ne zilm e? Edî bila dengê me bibihîzin. Herî dawî ez ê benzînê birjînim li ser xwe û ez ê xwe bişewitînim.”(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar