Her weke ku tê zanîn li navçeya Baglarê li hinek taxan di 15ê Adarê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin ku ev qedexe îro di seat 06.00an de hat rakirin.Piştî qedexê dîmenên ku li navçê hatin dîtin dîmenên li Sûrê anîn bîran.Piştî ku qedexe hat rakirin re xelk berê xwe da heremê.
Li navçê gelek tûnelên ku ji teref PKKyiyan ve hatine vekirin û çalên ku hatine kolan hatin dîtin.Her wiha li navçê hat dîtin gelek wesayît hatine şewitandin û deriyê gelek malan jî hatine şikandin.
Li navçê ji ber pevçûnên ku di navbera polês û PKKyiyan derket kabloyên ceyranê, boriyên avê û bi sedan mal zirar dîtin.Xelkê ku vegerîyan malên xwe ji bona tespîtkirina xisarê û zirarê hewl didan.
Nîşteciyê taxê yê ku deriyê mala wî hatibû şikandin û di mala wî de tûnel hatibûn vekirin nexwest navê xwe bide û wiha axivî: “Dema ku bûyer dest pê kirin em li malê bûn.Dûvre me dît ku dîwarên mala me dişkînin û dûvre jî dîwarên malên din jî şikandin.Piştî van şikandinan ji me xwestin ku em di mala xwe de bimînin.
“Bi vî awayî mexdûrkirin zilm e”
Nîşteciyeke din di derbarê rewşê de diyar kir mala wê ji ber pevçûnan gelek zirar dîtiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me ji wan re got her çi qas me deriyê xwe ji we re vekiribe jî we mala me xiste vî halî û em ji mala xwe derketin.Ji xwe rewşa me nebaş bû. Me bi vî awayî mexdûr kirin ku ev jî zilm e.”
“Çalên we serê we bixwin, ma ev bû azadiya we”
Nîşteciyeke din di derbarê mijarê de axivî û wiha bertek ji PKKê re nîşan da: “Çalên we serê we bixwin, ev bû azadiya we.Hûn berê xwe didin kû derê ew der zûwa dibe.Piştî ku we mala me xera kir re ez ê çi bikim ji doza we. Her wiha rayedarên dewletê divê demildest alîkariya me bikin.Lewra rewşa me di holê de ye. Xelkê ku di navbera du terefan de maye cezayê dikşîne ku ev yek jî çewt e.”
“Ne şibakeyek ne jî dikaneke sexlem maye”
Di debarê mijarê de kesê bi navê Hadî Aslan jî diyar kir ew di pêvajoya qedexeyê de gelek mexdûr bûne û wiha axivî: “Ne dikan ne jî şibakeyeke sexlem maye.Ez vê mexdûrîyeta xwe ji kî re bibêjim.Kesên rayedar tiştê pêwîst in divê bikin. Serîlêdan ji kî derê re pêwîst be em ê li wê derê bikin.”(ÎLKHA)