Piştî rakirina qismî ya qedexê texrîbat derket holê

ŞERNEX - Li navçeya Hezexa Şernexê bi rakirina qismî ya qedexeya derketina derve ya 45 rojî texrîbata navçeyê jî derket holê.

Li navçeya Hezexa Şernexê piştî ku qedexeya derketina derve ya ku di 16ê Sibatê de dest pê kiribû hat rakirin texrîbat û ziyana navçeyê jî derket holê.

Nişteciyên navçeyê yên ku 43 roj berê malên xwe terk kiribûn dûbare dest bi têketina navçeyê kir. Ji saetên sibê pê ve gelê ku xwest têkeve navçeyê piştî kontrolê têketin navçeyê.

Gelê ku piştî çend rojan dûbare vegera malên xwe li hemberê menzera ku dît gelek heyirî. Hat dîtin ku gelek avahiyên di navçeyê de texrîb bûne. Bi taybet di Taxa Turgut Ozalî de dikan û mal ji ber zirar û ziyanê dîtine êdî nayên bikaranîn. Hinek avahî jî ji bilî xira bûne.

Hat dîtin ku avahî wek mewzî hatine bikaranîn û di nabeyna avahiyan de ji bo çûn û hatinê qorîdor hatine vekirin. Li navçeyê de qedexeya derketina derve ya qismî hatiye rakirin lê ji ber bicî kirina teqemeniyan gel pirr diltirs e.

Hamdan Babeta ku di dema qedexê de 9 roj di mala xwe de mabû wiha axivî: “Ji ber pevçûnan min nekarî ku ji mala xwe derkevim. Mala min gelek zirarê dîtiye. Lê hemd ji Xwedê Teala re ku mala min neşewitiye. Ji xwe hûn dibînin. Her der bûye wekê kavil. Xwedê Teala heqê me ji wan re nehêle.” (ÎLKHA)

 





















 



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye