PKK 2 xwendevanên zanîngehê revand

Hat hînbûn ku 2 xwnedevanên zanîngehê yên ku li derdorê bi dîndarbûna xwe dihatin naskirin ji teref PKK/HDPê ve hatin revandin.

Derkete holê ku berî ve15 rojan Îdrîs Dogan(20) û Zafer Ekman ên ku xwendevanê beşa Edebîyat û Zimanê Ingilîzî ya Zanîngeha Colemergê bûn ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin.

 Hat hînbûn ku di navbira xwendevanên PKK/HDPyî û van her du xwendevanan de berî ku werin revandin xirecir derketîye û ev her 2 xwendevan ji ber nasnameyên xwe îslamî ji teref xwendevanên PKK/HDPyî ve hatine tehdîd kirin.

Hat hînbûn ku ev her du xwendavanên ku ji teref PKK ve hatine revandin her tim ji teref xwendevanên PKK/HDPyî yên ku endamê komeleya CODERê ne ve hatine tehdîd kirin.

Derket holê ku Îdrîs Dogan û Zafer Ekman berî ku winda bibin herî dawî bi mamosteyên xwe yên zanîngehê re çûne geştê û dema vegera geştê dema ku ji ber komeleya CODERê derbas dibin ji teref xwendevanên PKK/HDPyî yên ku ji CODERê derketinê ve tên derb kirin û pişt re jî teslîmî mîlîtanên PKKê yên nava bajêr dikin.

Malbata Îdrîs Dogan ê ku ji teref PKK/HDPyîyan ve hatîye revandin di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û destnîşan kir ku dema ku xebera revandina lawê xwe dibihîzin diçin Colemergê û ji bona lawê xwe bibbînîm gelekî hewl didin. Lê belê dikin nakin lawê xwe nabenin.

“CODER revandina xwendevanan qebûl kir”

R.D ê ku xizmê Îdrîs Dogan e destnîşan kir dema ku Îdrîs hatiye revandin ew û çend kesên din digel hev çûne Colemergê û bi rayedarên CODERê re hevdîtinek kirine. R.D her wiha diyar kir ku dema çûne Colemergê him li derdora zanîngehê him jî li derdora komeleyê her çiqas kamera  hebin hatine betal kirin.

R.D  di derbarê  mesele de wiha got: “ Ji bona ku em rewşa Îdrîs û hevalê wî pirs bikin em çûn cem rayedarên komeleyê. Ji me re gotin ku her du jî di destên me de ne, me ji bona pirsiyarîyê wan hilgirt û em heta ku pirsiyarîya wan nekin teslîmî we nakin, dema ku me pirsiyarîya wan kir em ê wan ji we re bişînin. Lê belê li ser bûyerê de 15 roj derbas bûn û hêj  jî nehatin berdan. Jixwe heta îro kîjan kesê ku birine serbest berdane? Ji ber vê yekê em jî mecbur man ku vegerin.”

 “Em hînbûn ku derxistinê derveyî sînora Colemergê”

R.D axavtina xwe wiha domand: “Me qewimandina bûyerê ji polîsan re got, lê belê polîs tenê gotin ku ‘em bûyerê dişopenin.’ Her wiha em hîn bûn ku Îdrîs û hevalê wî birine derveyî sînora Colemergê.”

R.D ji rayedaran xwest ku bila bi vê mijarê eleqedar bibin û li ser bisekinin.

Omer Çelîk jî vê xebera revandina 2 xwendevanên Zanîngeha Colemergê di definkirina cenazeya Şehîd Aytaç Baran de  diyarkir ku sedema aşkere nekirina vê revandinê ji bo ku di nava xelkê de înfîal û xirecir çênebe  ye.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar