PKK bi gefxwarinê xeracê ji cotkaran berhev dike

ÊLIH - Waliyê Batmanê Ahmet Denîzê ku bi muxtaran re hat bal hev destnîşan kir li gor agahiyên ku wan wergirtine PKK bi gefxwarinê xeracê ji cotkaran berhev dike.

Di van pêlên dawî de di çapemeniyê de xeberên berhevkirina xeracê ya PKKê ya ji karsez û dikandaran  dihatin xuyakirin, Walîyê Batmanê Ahmet Denîz agahînan parve kir ku ev agahî van xeberan teyîd dikin.

Walî di civîna ku bi muxtaran re li dar xist de di derbarê mijarê de wiha axivî: “Li gor agahiyên ku me bi dest xistine PKK di dema paleyiyê de gefê li cotkaran dixwe û ji wan xeracê berhev dike.Ez ji we teleb dikim dema ku we tiştên mîna vê bihîst û we jê re bû şahid xeberê bidin hêzên ewlehiyê.Ez bawer dikim ger ku em digel hev tevbigerin em ê ji heqê vê belayê bên.Em ê di warê xizmetê bi şev û roj bixebitin.Lê di warê mucadeleya bi xaînan re jî kî xaîntiyê bike, bi xaînan re hevkariyê bike, bi PKK û rêxistina paralel a terorîst re hevkariyê bike pêwîst e ku em bi wan re jî mucadele bikin.”

Denîz di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir ‘kesên ku rêxistina terorê ya Fethulahîst bikartînîn bi heman awayî PKKjî bikar tînin.’

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye