PKK bi teqandina borîyên petrolê, 250 milyon dolar zirar da Kurdistanê

Hikûmeta Kurdistana Başur di derbarê teqandina borîyên petrolê de daxuyanîyek da û ragihand ku zirara teqandina borîyên petrolê 250 milyon dolar e.

Wezareta Çavkanîyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê di derbarê teqandina borîyên petrolê de  daxuyanîyek belav kir. Wezareta Çavkanîyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji ber teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê yên ku ji teref PKKê ve hatiye kirin, nêzîkî 250 milyon dolar ziyan daye  Kurdistanê. 

Li gor xebera Rûdawê, Wezareta Çavkanîyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa êrîş û tehdîdên  li ser borîya petrolê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de wiha ragihand: “Ji 27ê tîrmehê vir ve gelek caran hewlên dizîn û li teqandina boriyên petrolê hatine kirin.”

Di daxuyaniyê ku ji teref  Wezareta Çavkanîyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn de wiha hat ragihandin: “Herî dawî di encama teqandina boriyê de hinartin û şandina petrolê bi temametî hatiye sekinandin û  ji ber vê yekê nêzîkî 250 milyon dolar zirar gihîştîye Kurdistanê. Ev ziyana ku hatiye dayîn têra me’aşa mehekê yên hêzên asayiş, polîs û pêşmergeyan e.” 

Li gor daxuyanîya ku ji Wezareta Çavkanîyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê ve hatiye dayîn, bila tehdîd û êrişên yên ku li  borîyên petrola Kurdistanê  tên kirin bila werin sekinandin, lewra ew borî, rêya  temînkirina nanê gelê Kurdistanê ye. (ÎLKHA) 

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da