'PKK dıxast li heremê nûra îslamê bitefîne'

Nîhat Canpolat ê ku qetlîama Sûsayê baş dizanibû û wekî dî jî şehîdên Sûsayê baş nas dikir destnîşan kir ku PKK zen kir ku digel qetlîama Sûsayê ew ê nûra îslamê li heremê bitefîne.

Nîhat Canpolat di derbarê 10 misilmanê ku di 26ê hezîrana 1992an de ji teref PKKê ve di camîya Sûsayê  hatibûn şehîd kirin de agahîyên girîng bi ÎLKHAyê re parve kir.

Nîhat Canpolat ê ku şehîdên Sûsayê baş nasdikir di derbarê şehîdên Sûsayê wiha destnîşan kir: “ PKK zen kir ku ew ê karibe li heremê nûra îslamê bitefîne; lê belê Rebbê me bi bereketa xwîna şehîdan ev herem kir piştevanê  nûra îslamê.”

“Şehîd ne însanê ji rêzê bûn”

Canpolat axavtina xwe ya di derbarê şehîdan wiha dom kir: “ Şehîdên Sûsayê ne însanên ji rêzê bûn. Her yek ji wan di ilmê de xwe pêş ve biribûn, di warê exlaq û edebê de gihaştibûn astekî. Ji ber vê yekê dema ku behsa şehîdên Sûsayê hat kirin bila gundîyên ji rêzê neyê bîra we. Şehîdên Sûsayê her tim kitêbên Seyîd Kutup, Hasan El Benna , Ramazan El Butî û mîna van aliman dixwandin, her tim ji dost û naskirîyên xwe re qala îslamê, xweşikbûna îslamê dikirin. Xwedê Teala ji wan razî bû ku wan bi meqama herî bi şeref ango bi şehadete mişeref kir.

“Ji ber xebatên xwe yên îslamî hatin şehîd kirin”

Canpolat axavtina xwe wiha domand: “Zalim, hewldan û xebatên  îslamî yê şehîdan didîtîn,  ji ber xebatên wan îslamî  wan ji camîyê derxistin derveyê camîyê û di hewşa camîyê de bi xaîntî wan şehîd kirin. Ji van birayên me Zekî, Adnan, Mekî yên ku mekteba wan di havînê de bûbû betlanê dihatin Farqînê beşdarî sohbetan dibûn. Bi vî awayî xwe pêşve dibirin.”

Canpolat wiha dawî li axavtina xwe anî: “Murted, bi kuştina van ezîzên îslamê zen kir ku ew  ê nûra îslamê li heremê were tefandin, lê belê dema ku bi hezaran însan ji bo şehîdan dema ku Sûsayê li hev civîyan  êdî têketin li pey komployên din. Weke teşebusa qetlîama Sûsayê ya duyemîn.”(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar