PKK ji cotkarên Silêmanîyê bi dara zorê xerec distîne

Hat ragihandin PKKyî li herêmên Pencwên û Şarbajêr gefê li cotkaran dixwe û bi dara zorê xerec ji wan distîne.

PKKyê ku li çar parçeyên Kurdistanê bûye bela serê Kurdan û ji Kurdan çavkanîya zirar û bobelatan e, vêcar jî zor û zordarîyê li cotkarên li herêmên Pencwên û Şarbajêr dike.

Li gorî agahîyên ku ji teref welatîyan ve hatine belavkirin PKKyî li li herêmên Pencwên û Şarbajêr gefê li cotkaran dixwe û bi dara zorê xerec ji wan distîne.

Her weke ku dê bê bîran di tîrmeha borî de PKKê li gundê Zelêya girêdayê bajaroka Heşoyê gef li gundîyekî bi navê Feqê Ehmedê ku heywanan xwedî dike, xwaribû û jê xerec xwestibû ku Ehmed vê daxwaza PKKyîyan bi cî neanîbû ku ji ber vê yekê PKKê êrîşî wî kiribû û ew birîndar kiribû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn