PKK li Silopîyê camîyên hedef distîne

Li navçeya Silopîya Şernexa ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike PKK camîyan wek çeper û mewzîyan bi kar tîne û bi vî awayî camîyan dixe hedef.

Li navçeya Silopîya Şernexa ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike PKK camîyan wek çeper û mewzîyan bi kar tîne û bi vî awayî camîyan dixe hedef.PKK bi vê kiryara xwe him  zirarê dide mal û cihê kargehan û him jî cihên muqaddes texrîb dike.

PKKya ku li taxa Şehîd Harun Boyê, Camîya Hz. Bîlal wek çeper û qerargahê bi kar tîne zirareke mezin dide camî û qursên Qur’anê.Hat dîtin li camîya ku ev bû nêzê mehekê ku îbadet lê nikare bê kirin Qur’ana Kerîm û kitêbên îslamî  li derve hatine avêtin.Hinek hemwelatîyên bihest Qur’anên Kerîm ên ku hatibûn avêtin berhevkirin û ji wan kesên ji vê yekê re bûne sebeb re lanet anîn.

Ji rexê din ve hat dîtin mala ku li kêlêka camîyê ye ji teref PKKyîyan ve bombe lê hatîye bicîkirin û dûvre hatîye teqandin ku qeta 2yemîn ya xanî xera bûye.

Xelkê navçê ji pevçûnan re bertek nîşan da û xwestin ku pevçûnên nava bajêran werin dawî kirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin