PKK li Şingalê êrîşî Pêşmergeyan kir

Wezareta Pêşmergeyên Kurdistana Iraqê destnîşan kir YBŞyê niçikê PKKê li Şingalê êrîşî Pêşmergeyan kir.

Ji teref Wezareta Pêşmergeyên Kurdistana Iraqê ve hat destnîşan kirin YBŞyê niçikê PKKê li Şingalê êrîşî Pêşmergeyan kir. Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Pêşmergeyên Kurdistana Iraqê ve hatiye dayîn de hat ragihandin “Di 2ê Adara 2017an de dema ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li herema Sûnûnê cîguhertina ji rêzê dikir ji teref komeke ku girêdayê PKKyê ve hat xwestin bê astengkirin û dû re jî êrîşa çekdarî li Pêşmergeyan hat kirin.”

“Li ser axên Kurdistanê  di dema cî guhertina hêzan de em ji tu kesî destûr naxwazin”

Di berdewama axavtinê de hat destnîşan kirin ‘Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê azad in’ û dû re wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Li ser axên Kurdistanê  di dema cî guhertina hêzan de em ji tu kesî destûr naxwazin. Pêşmergeyên Kurdistanê, wezîfeya xwe ya parastina Kurdistanê bi cî tînê. Tu niyeta me ya derxistina pevçûnê tuneye û em naxwazên li heremê jî pevçûn derkeve.”

Di pevçûna ku di encama êrîşa YBŞya PKKê derket de PKK/YBŞyîyek hat kuştin û 4 Pêşmerge jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe