“PKK li Sûrîyê bi cî bû û li pey de desteka Amerîka heye”

Serokomar Erdogandi daxuyanîya ku belav kir de diyar kir “Em bi Amerîka re şirîkên hevpar in, lê belê PKK digel PYD û YPJê li Sûrîyê bi cî bû û di peyvan de desteka Amerîka heye.”

Erdogan berîya ku biçe Fransayê di daxuyanîya ku da de derbarê Amerîka û pêwendîya wî ya bi PKKê re de nirxandinan kir.

Erdogan di daxuyanîya ku da de destnîşan kir li herêmê li ba ala Amerîka hejandina alên ‘rêxistinên terorê’ dê neyê qebûlkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “

Em bi Amerîka re şirîkên hev ên stratejîk in, lê belê PKK digel PYD û YPJê li Sûrîyê bi cî bû û di peyvan de desteka Amerîka heye. Amerîka ji van rêxistinên terorê 3 hezar TIR çek şandiye, wesayîtên bi zirx û tank ji wan re şandiye. Min van tevan ji Birêz Trump re got. Min jê sedema vê yekê pirs kir, lê em negihajin netîceyekê. Îro bi xwe jî leşkerên Amerîka û terorîst digel hev tên dîtin û sûretan didin girtin. Li herêmê li ba ala Amerîka hejandina alên ‘rêxistinên terorê’ dê neyê qebûlkirin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin