PKK mizgeft dişewitîne misyoner jî dêr vedikin

PKK, berê şerê da nav bajêr û mizgeftan dişewitîne. Misyoner jî karûbarên xwe li herêm zêde kirine û dêr vedikin.

PKK, xendeq vekir û şerê  kişand nav bajêr. Ji ber vê yekê xelkê li herêm tengasiyê dikêşe. Misyoner jî vala nasekinin.

 PKK, bi pevçûnan re li Amed û  Kerboranê  mizgeft dişewitînin. Her wiha mîsyoner jî li herêm bi ciwanan re eleqeder dibin û hewl didin ku wan bikin Xirîstîyan.

Di bin bergeha alîkariyê de mîsyoner karûbarên xwe bi rêve dibin. Mîsyoner, hewl didin ku  însanên   di pevçûnan de mexdûr bûne bikin Xirîstîyan. Her wiha mîsyoner, xeynî însanên ku di pevçûnan de mexdûr bûne karûbarên xwe li ser xwendevanên amadehî û zanîngehê jî didomînin.

Di wan rojên ku borî de li Pirsûsê di dibistanên gund de gerdeniyên bi xaç li xwendekaran hatibû belav kirin. Dûvre hat zanîn ku vê carê jî  mîsyoneran li Rihayê dêr vekirin.

Li Rihayê di Qada Haşîmîyeyê de fiinek ji nû ve hat sazkirin û di bergeha  dêrê de bi navê Dêra Nûra Pîroz a Protestan hat vekirin.

Eyup Badem, pastortiya dêrê kir û li ser malpera xwe ya civakî diyar kir kê dê dêr were vekirin.

Hat ragihandin ku gel beşdarê vê vekirinê bûne. Her wiha hat diyarkirin ku her duşemê dê di dêr de dia were kirin. (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar