Pey rêbirîna, girtina ser gundan, revandina zarokên lîseyê, teşebbusa revandina kesên jê re mixalîf, Pkkê niha jî destê xwe di xwîna xelkê kurd dakir.
Li Kerborana Mêrdînê Mehmet Ûğûrtayê ji gundê Gêra Cafer ku li herêmê bi dîndarîya dihat naskirin, di dema bi serwîsa xwe li hêviya xwendekarên mektebê bû de, ji teref du kesên xaînê kurd ve hate şehîdkirin.
Ûğûrtay muxtarê kevn ê gund bû, dema ku bi telefonê xeber dide, du kesên bi motosîklet êrîşî wî dikin. Mie’llimên mektebê û welatiyên li hawêrdor ew birîndar radikin nexweşxaneya dewletê. Digel midaxeleyan jî can dide.
Bi qasî 40 deqîqeyê pey hedîseyê cenderne diçe devera hedîseyê û lêkolînê dike.
Di salên 90î de jî, êrîşên Pkkê yên li vî gundê hebûn, ji gund zêdetirî 10 misluman hatibûn şehîdkirin. D hilbijartinên mehelî de li gund hejmareke mezin rayê ji Huda Parê re ji sindoqan derketibû. Ji lew Pkk jê nerihet bûbû.
Pkkê berî niha çend gundên din jî ji ber ku rayê dabûn Huda Parê tehdît kiribûn û êrîşî hinek deveran kiribûn. Merivên şehîd Mehmet Ûğûrtay îfade kir ku Mehmet, sirf ji ber mislumantiya xwe hatiye şehîdkirin.
Cenazeya şehîd Mehmet, ji bo otopsiyê şandin nexweşxaneya dewletê ya Diyarbekirê. Dilda û dostên Mehmet Ûğûrtay li ber nexweşxaneyê civiyan, li zihniyeta Pkkyê xaînê kurd û Kurdistanê le’net barandin.
Serokê giştî û hinek alîkarên serok û endamên Huda Parê jî hatin nexweşxaneyê. Cenazeya şehîd Mehmet Ûğûrtay bi konvoyeke mezin birin gundê wî û bi tekbîr û sloganan defin kirin.
BANGAHEQ