Pkkê 3 Gundî Revandin

Ji gundê Gerêya Basana Şirnexê, Emîn û Nîmet û Ebdulletîf Özbey

Ji gundê Gerêya Basana Şirnexê, Emîn û Nîmet û Ebdulletîf Özbey, roja yekşema borî ji bo deynê xwe bistînin, diçin ba koçerên li nêzî gundî Xoranê. Pey çûna wan, ji wan tu salox nayê hilanîn.

  Mixtarê gundê Gerê Îbrahîm Özbey îddîa kir ku birazên wî ji aliyê Pkkê ve hatine revandin. Mixtar got ku ji her sê kesên revandî Nîmet Özbey parêzvanê gund yê miweqqet e. Bavê wî jî di 10ê Hezîrana 1990î de, di qetlîama gundê Gerê de hatiye qetilkirin.

  Li aliyê din serokatiya sererkaniyê jî beyan kir ku Pkkê li navçeya Elbaka Wanê, girtiye ser şantiyekê û şefê şantiya han revandiye. Di rêya Diyarbekir û Çabakçûrê de jî, 2 qamyon ji teref mensûbên Pkkê ve hatine şewitandin. 

                               BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin