PKKê 60 gundên Kurdistanê têxistiye bin qontrola xwe

Li başurê Kurdistanê li Sindiyan a Zaxo û li nêzîkî sînorê Bakurê Kurdistanê, PKKê 60 gundên Başûr xistiye bin qontrola xwe û navê wê jî kiriye “Herêma Heftenînê”. Gundiyên wir jî ji vê yekê pir hêrs bûne.

Li gor nûçeya Rûdawê ,PKKê li Başûrê Kurdistanê deverek din qontrol kir. Ew jî li devera Sindiyan a Zaxoyê ye. PKKê navê wê deverê daniye “Herêma Heftenînê” ku ji 60 gundan pêk tê.  Gundî û cotkarên wê deverê jî ji vê yekê pirs hêrs bûne û dibêjin, PKK zorê li me dike. Yek ji wan cotkaran ku pir hêrs bibû, got, eger ji ber hikûmetê neba min dê şerê wan bikira. Tê gotin ku PKK her meh li wê deverê 3 milyon dolar pereyê gumrikê distîne. Şaredarê nahiyeya Batûfa ya Zaxoyê jî dibêje, me ji wan re gotin wê deverê vala bikin lê wan ji me re gotin, Sedam Husên ev der pêşkêşî me kiriye!Şaredarê Batûfa her wiha got, gellek caran gundiyên deverê gotine emê şerê PKKê bikin lê me nehîştiye tiştekî wisa çêbe lê divê ew bizanin ku li vir mêvan in. PKKê li Qendîlê jî deverek ji xwe re qorix kiriye û navê wjî daniye “Herêma Parastina Medyayê”. (ÎLKHA)

 

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar